10:16 22 Sibat 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Îfadeyên leşkerên li dijî Erdogan sûîqesd çêkirin, derket holê

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dîmenên efserên bi navê Serkan Elçî û Selman Çankaya derketin holê, ku ev herdu efser li 2yemîn Fermandariya Baregeha Jetan ya Çîgliyê peywridar bûn û bi hinceta ku di dema hewldana derbeyê de li otela Marmamrîsê tevlê êrîşa li hemberî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bûne, hatibûn girtin.

    Navenda Nûçeyan — Efserê bi navê Serkan Elçî yê ku li Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya Miduriyeta Emniyeta Îzmîrê di îfadeyan xwe dide, di dîmenan de êrîşê ib hûrgilî vedibêje.

    Elçî di dîmenan de diyar dike ku ew li Yekîneya Hêzên Mûharebe ya Lêgerîn û Rizgarkirinê (MAK) peywirdar e û di 15ê Tîrmehê de li ser bangekê diçin yekîneya xwe û li wir dibînin ku hevalên wî malzemeyan amade dikin. Elçî anî ziman ku piştî amadehiyê fermandarekî wan ji wan re dibêje em dê biçin rêveberekî payebilind ê rêxistineke terorê bigirin û ji bo vê yekê hûrgiliyên vê operasyonê tîmeke ku ji Stenbolê tê, wê ji we re ragihîne.

    Li gel vê yekê Elçî diyar kir ku ji bo baregeha wan ji Stenbolê tîmeke hêzên taybet hat û got me malzemeyên hewce hildan û em derketin derkeve û bi wêneyên hewa yên krokiye ji bo wan brifing hatiye dayîn.

    Herwiha efserê bi navê Selman Çankaya jî, ku ew jî tevlê êrîşê bûbû, di îfadeyên xwe de anî ziman ku ew bi fermana fermandarê xwe hat dibistanê û gava ku hêzên taybet li wir dibîne ew jî bi fikra operasyoneke mezin xwe amade dike.

    Çankaya dest nîşan kir ku ew di rê de pir tirsiyaye û fikiriye ku çeka helîkopterê xera bike û bixe erdê. Çankaya daxuyand ku wan nizanîbû hedefa ku diçinê, otela serokomar e.

     

    Bi heman mijarî:

    Kurtulmuş: "Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hat cemidandin"
    Rûsya beriya derbeyê bi saetan Erdogan hişyar kir
    Kremlînê di derbarê hevdîtina Pûtîn û Erdogan de daxuyanî da
    The Independent: Tirsa derbeya duyemîn ya Erdogan wê bibe sedema têkçûna artêş û Tirkiyeyê
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, îfade, dîmen, sûîqesd, Serokomarê Tirkiyeyê, Miduriyeta Emniyeta Îzmîrê, Selman Çankaya, Serkan Elçî, Recep Tayîp Erdogan, Îzmîr, Marmarîs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de