14:04 18 Sibat 2018
Zindî
    Nuşirevan Elçi

    Elçî: Bila dosyeya Roboskiyê jinûve bê vekirin

    © Foto: Guneydoğuekspres
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî diyar kir ku, divê ew leşkerên di encama hewldana derbeyê de hatine girtin, ji ber sûcên li bajarên kurdan jî werin darizandin ku Roboskî jî di nav de.

    Şirnex — Piştî hewldana derbeya leşkerî gelek leşkerên payebilind hatin girtin ku di nava wan de yên li bajarên kurdan jî wezîfekirine hene. Li gorî Nûçeya DİHAyê, Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî bûyerên li bajarên Kurdan bibîr xist û daxwaz kir ku sûcên şer ên li van bajaran hatine kirin û bûyera Roboskiyê divê di çarçoveya lêpirsînên hewldana derbeyê de werin lêpirsîn.

    Elçî got ku qetlîam bi fermana leşkerên payebilind hatine kirin û divê pêvajoya dadê divê çarçoveyê de bê meşandin. Serokê Baroyê wiha axivî: "Heta niha lêpirsînek kûr netahiye kirin. Ya girîng ji niha û pê de ye. Gelo wê bi awayekî dadwer pêk bê yan wê sûcdar jê safî bibin?"

    Elçî herweha behsa bûyera Robaskiyê kir ku dema ew bûyer çêbû General Abdullah Baysal Fermandarê 23yemîn Tumena Sînor yê Cendermeyan ê Şirnexê bû û ji ber hewldana derbeya 15ê Tîrmehê hate girtin. Nûşîrevan Elçî dibeêje ku divê ji ber vê rewşê dosyeya Roboskiyê careke din bê vekirin.

    Bi heman mijarî:

    HDP: Çareserî ne Rewşa Awarte ye, demokrasî ye
    Bilgenê HDPyî ji bo Rewşa Awarte: Derbekeran jî dê heman tişt bikira
    Elewî derbarê Rewşa Awarte de helwesta xwe diyar dikin
    Yalçin Akdogan: Min destnimêj girt û min çekên xwe hilda
    Kurtulmuş: "Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hat cemidandin"
    Biryara Rewşa Awarte ya li seranserê Tirkiyeyê di Rojnameya Fermî de derket
    Etîketan:
    dhewldana derbeya leşkerî, 23yemîn Tumena Sînor yê Cendermeyan a Şirnexê, DİHA, Baroya Şirnexê, General Abdullah Baysal, Nûşîrevan Elçî, Roboskî, Nisêbîn, cizîr, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de