14:48 25 Sibat 2018
Zindî
    hdp

    HDP: Çareserî ne Rewşa Awarte ye, demokrasî ye

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di derbarê biryara Rewşa Awarte de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de anî ziman ku her çiqas derbeya 15ê Tîrmehê hatibe asteng kirin jî, biryara Rewşa Awarte dide nîşan ku lêgerîna aliyên ku dixwazin welêt bi derbeyê rêve bibe, neqediyaye.

    Navenda Nûçeyan — Pênc roj piştî hewldana derbeya leşkerî ya biserneketî bi civîna Lijneya Ewlehiyê ya Netewî (LEN) û bi civîna Lijneya Wezîran ku bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan hat lidar xistin, biryara Rewşa Awarte hat ragihandin. Li ser vê biryarê HDPê daxuyaniyeke niviskî belav kir.

    Di daxuyaniya HDPê de hat diyar kirin ku bi vê biryara Rewşa Awarte Tirkiye di vê demê de wê bi biryarnameyên li dijî Destûra Bingehîn were rêvebirin. Li gel vê yekê HDPê dest nîşan kir ku erkên waliyan wê werin zêdekirin, mafên mirovan ên bingehîn û demokratîk wê werin binpêkirin û wê ‘pergala serokatiyê ya modela Tirk' bi awayekî fiîlî têkeve meriyetê.

    HDPê di daxuyaniyê de dest nîşan kir ku desthilatdariya siyasî helwesta civakê ya li hemberî derbeyê ji bo berjewendiyê xwe bi kar tîne û bang li hemû saziyên sivîl, sendîqa, odeyên pîşesaz, partiyên siyasî û rêxistinên jin û ciwanan û hemû civakê kir ku li ewlehî û azadiya gel û li pêşerojeke demokratîk xwedî derkevin.

    HDPê di dawiya daxuyaniya xwe de eşkere kir ku riya çareseriya pirsgirêk, qeyran û kaosan tene demokrasî ye.

    Bi heman mijarî:

    HDP: Ocalan sax e û rewşa wî jî baş e
    HDP piştgiriyê nade cezayê darvekirinê
    Bilgenê HDPyî ji bo Rewşa Awarte: Derbekeran jî dê heman tişt bikira
    Elewî derbarê Rewşa Awarte de helwesta xwe diyar dikin
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, ragihandin, daxuyaniya nivîskî, rewşa awarte, Lijneya Wezîran, Lijneya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyayê (MGK), Serokomarê Tirkiyeyê, HDP, Recep Tayîp Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de