03:01 20 Hezîran 2018
Hêzên Sûriyeye Demokratîk - Operaysona Minbicê

Dijberê Sûriyeyê bangî Hevpeymanê kir: Operasyonan rawestînin

© REUTERS / Rodi Said
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku 140 sivîl di êrîşên hewayî yên balafirên Hevpeyaman Navdewletî de hatin kuştin, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Hevrikiyê ya Sûriyeyê, bangî Hevpeymanê kir ku operasyonên xwe li ser DAIŞê rawestîne.

Navenda Nûçeyan — Roja duşemê, di operasyonên ku Hêzên Hevpeymanê bi pêşengiya Amerîkayê pêk anîbûn de, 20 kesên sivîl hatibûn kuştin. Herwiha di êrîşa roja bi dû de jî 120 sivîl hatibûn kuştin.

Hat ragihandin ku Hevbendiya Sûriyeyê derbarê qurbaniyên sivîl de daxuyaniyek weşand û tê de bangî Hevpeymanê kir ku operasyonê xwe rawestîne.

NASSAN: RAWESTANDINA OPERASYONAN TENÊ BI KÊRÎ DAIŞÊ TÊ

Ji aliyekî din ve, kurdan bertek nîşanî vê bangê dan. Wezîrê Têkiliyên Derve yê Kobaniyê yê berê Idrîs Nassanî bi Ara Newsê re axivî û got, "Minbic gav bi gav tê rizgarkirin. Piştgirên DAIŞê, rewşê li berê Hêzên Sûriyeya Demokrat dijwar dikin ku hewl didin HSDê wiha nîşan bidin wek ku mafên mirovan bin pê dike".

Herwiha Nassanî teqez kir ku ereb jî dixwazin ku HSDê wan rizgar bike, û bangî dijberiya Sûriyeyê kir ku bêtir bi "rasteqînî" tevbiger.

Nassanî axiftina xwe wiha dewam kir, "rawestandina operasyonan, tenê bi kêrî DAIŞê tê. Ew jî tê wateya serjêkirina, tecawizkirina wan û êşkencekirina sivîlên ereb. Divê ew bêtir bangî rizgarkirina Minbicê bikin ku bikarin hejmara herî pêkan a sivîlan xelas bikin".

Bi heman mijarî:

Minbic piştî rizgar kirinê dê bi Federasyona Rojava ve bê girêdan
Minbic di bin dorpêçiyê de ye û şerê nav bajêr jî dewam dike
Minbic - Şervan nêzî bazarê bûn!
Şervanên kurd rêya sereke ya Minbic û Helebê kontrol kirin
Şervanên YPGê û HSDê rêya Minbic û Cerablusê rizgarkirin
Erdogan: Minbic ne ya kurdan e
Etîketan:
şerê sûriyeyê, Kuştina sivîlan, HSD, DAIŞ, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Hevrikiyê ya Sûriyeyê, Îdrîs Nassan, Kobanî, Amerîka, Minbic, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de