16:17 20 Sibat 2018
Zindî
    Meclisa Leşkerî ya Minbicê

    Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 48 saet mawe da DAIŞiyan

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo ku terorîstên DAIŞê ji nava bajêr de derkevin, 48 saet mawe aşkere kirin. Meclîsê ev biryar ji ber wê sedemê girt ku ku DAIŞî sivîlan weke mertal bikar tînin.

    Minbic — Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ev biryar bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand. Di daxuyaniya Meclîsê de tê gotin ku piştî bidestxistina taxa El-Hezawneyê û taxên rojavayê bajarê Minbicê, terorîstên DAIŞê hatine dorpêçkirin. Di encama vê dorpêçkirinê de Meclîs diyar dike ku psîkolojiya terorîstan têk çûye û sivîlan ji xwe re dikin mertal.

    Daxuyaniya Meclîsê wiha destnîşan dike: "Em ji raya giştî re radigîhinin ku di bajarê Minbicê de komên terorîstên reviyayî hene. Ew dibe sedema felaketên li dijî sivîlan û metirsiya vê yeke roj bi roj zêde dibe."

    Meclîsa Leşkerî ya Minbilcê li ser vê rewşê biryar girt ku ji bo parastina sivîlan û mal û milken wan çeteyên di bajêr de bi çekên xwe yên ferdî, derkevin. Meclîsê ev biryar ji bo 48 saetan ragihand û ji sivîlan jî xwest ku ji herêmên şer dûr bikevin. 

    Bi heman mijarî:

    Şervanên kurd li Minbicê taxa El Hezawneyê rizgar kirin
    HSDê avahiya nifûsê ya li navenda Minbicê kontrol kir
    Li Minbicê 2 rojnameger birîndar bûn
    Di operasyona Minbicê de 40 terorîstên DAIŞî hatin kuştin
    Li Minbicê pevçûnên dijwar diqewimin
    210 gundên Minbicê hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    mertal, sivîl, DAIŞ, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, taxa El-Hezawneyê, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de