13:51 24 Hezîran 2018
Pevçûna polês û gelê Ermenîstanê

Li devê qereqola rehîneyan pevçûn: 51 birîndar û 136 binçavkirin

© AP Photo / Hrant Khachatryan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li devê qereqola Yerîvana Ermenîstanê ku 5 kes rehîn têne girtin di protestoyan de pevçûn derket. Di pevçûnan de 51 kes birîndar bûn û 136 kes jî hatin binçavkirin.

Yerîvan — Li gorî medyaya Rûsyayê, di nava kesên ku li devê qereqolê kombûn û polêsan de şer û pevçûn derket, di pevçûnan de 136 kes hatin binçavkirin û 29 jê polês 51 kes jî birîndar bûn, lê rewşa birîndaran ne giran e.

Qereqola ku xwepêşandan li devê wê kombûn roja yekşemê ji terefê 5 kesên bi çekdar ve hatibû bidestxistin. Grûba çekdar hê jî li qereqolê ye û di êrişa qereqolê de polêsek jî jiyana xwe ji dest dabû.

Grûba çekdar, daxwaza serbest berdana Jirayr Sefilyan ku serokê komeke mûxalif e û di meha hezîranê de hatibû girtin dike û dixwaze hikumet îstîfa bike. Niha di destê grûba çekdar de 5 rehîne hene. Cîgirê Midûrê Ewlehiya Giştî Vardan Egiazaryan û Cîgirê Wezîrê Navxweyî yê Ermenîstanê Valeriy Osipyan jî di nava rehîneyan de ne.

Bi heman mijarî:

Yerîvanê peymana pergala parastina hewayî ya rûs û ermenî erê kir
Papa ji bo Tirkiye û Ermenîstanê dia kirin
Papa diçe Ermenîstanê
Ji Ermenîstanê daxuyaniya ‘Çekên Kimyewî'
Ermenîstanê serxwebûna Qerebaxê nas kir
Etîketan:
Gengeşiya navbera polês û gelê Ermenîstanê, Cîgirê Wezîrê Navxweyî yê Ermenîstanê, Cîgirê Midûrê Ewlehiya Giştî, Valeriy Osipyan, Vardan Egiazaryan, Yerîvan, Ermenîstan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de