14:11 18 Hezîran 2018
Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê

Kurtulmuş: "Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hat cemidandin"

© REUTERS / KENAN GURBUZ
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Yek ji leşkerên ku êrişî otela ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan li dima kiribûn li navçeya Ula ya Muglayê hat girtin.

Navenda Nûçeyan — Yek ji leşkerên hêza taybet ku êrişî otela ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li dima kiribûn li navçeya Ula ya Muglayê dema otostop dikir hat girtin.

18.43 Dewletê Rewşa Awarte li ser xwe ragihand
Piştî xelasbûna dengdanê û pejirandina qanûnê, Serwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim axifiye û wiha got: "Dewletê bi vê biryarê, Rewşa Awarte li ser xwe ragihand ne li ser miletî ye".

18.00 Rewşa Awarte bi 346 dengî li parlementoya Tirkiyeyê ve hat pejirandin
Dengdan li ser pêşniyara AKPê bi awayekî vekirî hat kirin û 461 parlemnter beşdarî dengdanê bûb.
115 dengan red kir û 364 dengan jî pejirand.

17.48 Tezcanê CHPyî: Ez diyar dikim ku em li dijî tezkereya Rewşa Awarte ne
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Buelnt Tezcanî di axiftina xwe li Parlementoya Tirkiyeyê de wiha got: "Em wek CHPê dibêjin ku pêdivi bi Rewşa Awarte tine. Em li dijî Rewşa Awarte neç CHPê dê piştgiriyê bide serraskirinên hikûmetê yên li dijî derbeyê lê Rewşa Awarte dê demokrasiya me têk bibe."

17.25 — Generalê ku êrişî otela Erdogan kir: "Ez derbekar im, bixwazin bila îdam bikin"

Generalê ku şeva 15ê Tîrmehê ku hewldana derbeya leşkerî bû û ji bo girtina wî tîmekî taybet şande otela ku Erdogan lê dima Gokhan Şahin Sonmezateş di îfadeya xwe ya Midûriyeta Ewlehî de li xwe mikur hat û got: "Ez derbekar im, bixwazin bila îdam bikin, lê ez ne endamê Rêxistina Paralel a Fethullah Gulen (FETO) im.

General Gokhan Şahin Sonmezateş di berdewamiya axaftina xwe de got: "Fermandar Şukru Soymen beriya hewldana derbeya leşkerî bi 5 rojan ji min re got, ‘amade be vê hefteyê kêf û şahî heye' min pêşî ev bûyer ji wî bihîst."

17.17 — Serokê Odeya Bazirganî û 5 karsaz hatin girtin

Li Kocaeliyê di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya leşkerî ya FETO de Serokê Odeya Bazirganî yê Kocaeliyê Murat Ozdag û 5 karsaz hatin binçavkirin.

17.08 — Dadgerê ku hat girtin: "Em leşkere Mustafa Kemal in"

Piştî hewldana derbeya leşkerî di çarçoveya lêpirsîna FETO de li Zonguldakê ji 14 dadger û dozger 12 jê hatin girtin. Piştî girtinê dadgera jin dema bi wesayitên girtîgehê ji edliyeyê derketin sere xwe ji penceraya wesayîtê derxist dirûşmeyek avêt û got: "Em leşkerên Mustafa Kemal in."

15.00 — Şimşek: "Ji hezarî zêdetir leşker firar in"

Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, Cîgirê Serokwezîr Mehmet Şimşek got: "Piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê û heta niha ji hezar leşkerî zêdetir ku fermandar jî di nav de firar in."

16.50 — Şaredariya Stenbolê bêperebûna wesayitan hetanî 24ê Tîrmehê dirêj kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bêpereyiya wesayîtan hetanî 22ê Tîrmehê dirêj kiribû. Şaredariya Stenbolê daxuyanike nû da û ragihand ku ji bo gelê me bikaribe bi hêsanî tevlî xwepêşandanan û tevlî mitînga CHPê ya roja yekşemê li Taksimê bibe, me ev biryara bêperebûnê hetanî roja yekşemê (24ê Tîrmeha 2016an) dirêj kir.

16.40 — Li Şirnexê 384 leşker hatin girtin

Li gorî zanyariyên berdest, di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya leşkerî ya FETO de li Şirnexê 384 leşkerên ku fermandar jî di nav de hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên wan ê Midûriyeta Ewlehî 384 leşker şandin edliyeyê. Dadgeha Cezaya Sulhê ya Şirnexê bi sedema ku leşker tevlî derbeyê bûne biryara girtinê da.

16.25 — Muxtarê ku nehişt mela elam bide hat girtin

Muxtarê Gundê Musababaya girêdayî navenda Duzceyê Ahmet Yilmaz di 15ê Tîrmehê de ji bo ku nehişt melayê gund elam bide ji terefê dadgehê ve hat girtin.

Ahmet Yilmaz di hewldana derbeya leşkerî de nehişt melayê gund Adem Çapa elam bide. Li ser giliyê Adem Çapar duhî muxtar hatibû binçavkirin. Muxtar piştî îfadeya Midûriyeta Ewlehiya sewkî edliyeyê kirin. Dadgehê, bi sedema ku muxtar ‘pesnê derbeyê' da da girtin.

16.15 — Yawer Levent Turkkan xwest serokê her du partiyan bixapîne

Piştî têkçûna hewldana derbeya leşkerî tiştên girîng û eceb derdikevin. Yawerê Sererkanê Giştî Hulusi Akar ku tevlî derbeyê bibû Levent Turkkan şeva 15ê Tîrmehê ji bo ku wan bixapîne û mijarê biguherîne telefonî Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê MHPê Devlet Bahçeli dike.

Turkkan bi telefonê li Midûrê Ofîsa Kiliçdaroglu Tuncay Ceylan digere û dibêje: "Her tişt di rê de ye û tu pirsgirêk tuneye." Yawer Turkkan bi heman xapandinê li Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî geriyaye.

16.00 — Rektorê Zanîngeha Yalovayê Eruslu hat binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya leşkerî ya FETO de Rektorê Zanîngeha Yalovayê Prof. Dr. Niyazi Eruslu ku ji terefê Lijneya Perwerde ya Bilind (YOK) ve ji kar hatibû dûrxistin hat binçavkirin.

Li gorî zanyariyên berdest Eruslu duhî ji terefê YOKê ve di çaçoveya lêpirsîna FETO de ji kar hatibû dûrxistin. Eruslu ji terefê polêsan ve hat binçavkirin û ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Ewlehî ya bajêr.

15.50 — Nûnerê Egitim-Senê ji heqareta serokomar hat girtin

Nûnerê Egitim-Senê yê Demreya Antalyayê mamostayê teqawûtbûyî Aytaç Ozgen ji bo ku li ser medya civakî heqaret li Serokomar Erdogan kir ji terefê dadgehê ve hat girtin.

15.40 — Fermandarên ku reviyabûn Yûnanîstanê cezayê girtîgehê xwar in

Rûniştina doza fermandarên darbekar ku reviyabûn Yûnanîstanê ya dadgeha edliyeya Dedeagacê qediya. Dadgehê bi sedema ku leşkerên derbekar bê destûr ketine nava sînorê Yûnanîstanê ji her yekî re du meh cezayê girtîgehê birî.

15.30 — Ji sererkaniyê daxuyaniya 15ê Tîrmehê

Sererkaniya Giştî di daxuyaniya xwe de ragihand: "Ev kesên bêxîrêtin ku zilet û rezilî layiqî dewleta Komarî ya Tirkiyeyê dîtin ku paşeroja Hêza Çekdar a Tirkiyeyê bi mêranî û bi rûmetê tijiye û ev xirabî bi gelê me kirin dê bi cezayê herî giran werin ceza kirin.

15.20 — Derbekaran sûcê xwe îtiraf kirin: "Me li ser WhatsAppê li hev kir.

8 fermandarên derbeker ku piştî hewldana derbeya leşkerî bi helîkopterê reviyabûn Yûnanîstanê di dadgehê de sûcên xwe îtîraf kirin û gotin: "Me li ser WhatsAppê li hev kir." Derbekar piştî ku reviyabûn Yûnanîstanê roja duşemê derketibûn dadgehê lê dadgehê ji bo ku bikaribin parastina xwe bikin hetanî 3 rojan mawe dabû wan.

15.10 — Orhan Kemal Cengiz û hevsera wî Sibel Hurtaş hatin binçavkirin

Rojnamevan û parêzer Orhan Kemal Cengiz û hevsera wî Sibel Hurtaş li Balafirxaneya Ataturkê hatin binçavkirin. Hurtaş û Cengiz biryara binçavkirinê di hisabê xwe yê Twitterê de par ve kirin. Hurtaş di tweeta xwe de got: "Ez û hevserê min Orhan Kemal Cengiz hatin binçavkiriné. Cengiz jî ev tweeta hevsera retweet kir.

Cengiz di salên 2011 û 2014an de di rojnameya Radikalê de gotar dinivîsand. Cengiz herî dawî di rojnameya Ozgur Duşunceyê de dinivîsand.

15.00 — Yildirim bi Abdullah Gul re hevdîtinek pêk anî

Serokwezîr Binali Yildirim li Koçka Çankayayê bi serokomarê berê Abdullah Gul re nêzî saetekê hevdîtinek pêk anî. Hevdîtina Yildirim û Gul ji çapemeniyê re girtî bû û piştî hevdîtinê tu daxuyanî nehat dayîn.

14.50 — Rûniştina ‘Rewşa Awarte' ya parlamentoyê dest pê kir

Biryara ‘Rewşa Awarte' ku duhî şevê din bi Serokatiya Serokomar Erdogan di Desteya Ewlekariya Neteweyî û Lijneya Wezîran de hatibû girtin rûniştina wê li parlamentoyê dest pê kir. Di rûniştinê de li ser navê hikumetê Wezîrê Dadê Bekir Bozdag mafê axaftinê stand.

14.35 — Operasyona ji kar dûrxistinê gihîşte RTUKê

Piştî hewldana derbeya leşkerî ji hemû sazî û dezgehên fermî operasyona ji kar dûrxistinê didome. Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK) di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan li navendê 29 karmend ji kar dûrxistine. Saet ji 10.00an pê ve derketina karmendan ji avahiyê hat qedexekirin û dibe ev hejmar hetanî saetên êvarê hê jî zêdetir bibe.

14.20 — Ji Wezareta Karên Av û Daristanê 197 karmend ji kar hatin dûrxistin

Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de operasyonên binçavkirin û ji kar dûrxistinê bê navber didome. Li gorî zanyariyên berdest, Wezareta Karên Av û Daristanê ji navend, bajar û navçeyan 197 karmendên xwe ji kar dûrxistin.

14.10 — 22 leşkerên ku pir dorpêç kiribûn hatin girtin

Leşkerên ku şeva hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê Pira Bogaziçiyê dorpêç kiribûn hatibûn binçavkirin û paşî serbest hatin berdan. Hat ragihandin ku ji wan leşkeran 22 jê ji terefê dadgehê ve hatin girtin.

14.05 — Kurtulmuş: "Em dixwazin Rewşa Awarte di nava 45 rojan de biqedînin"

Cîgirê Serokwezîr Numan Kurtulmuş di axaftina xwe ya çapemeniyê de ragihand ku em dixwazin Rewşa Awarte di nava 45 rojan de biqedînin, di vê sedema Rewşa Awarte de me Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê cemidand.

Di axaftina Kurtulmuş de xalên ku derketin pêş ev bûn:

*Em dixwazin Rewşa Awarte di nava 45 rojan de biqedînin.

*Di vê sedema Rewşa Awarte de me Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê cemidand.

*Di îstîxbaratê de qelsiya binyadî û şexsî heye.

*Ji bo binyada Hêza Çekdar a Tirkiyeyê dê xebat bidomin.

*Em ê qedexeya derketina derve nepejirînin û pratîka ku bandorê li jiyana rojane bike nedin.

*Li gorî fikra me di xistina balafira rûsî de dibe tiştin derkevin.

13.55 — Bahçeli: "MHP wê kêleka dewleta xwe be"

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli piştgirî da biryara wergirtina Rewşa Awarteya ya û got: " Bêyî tawîz MHP wê li keleka dewlet û gelê xwe be."

13.40 — Ji Kiliçdaroglu daxuyaniya ‘Rewşa Awarte'

Îro li parlamentoyê di Lijneya Giştî de wê tezkereya serokwezîrtiyê ya Rewşa Awarte were dengdan. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derheqê biryara ‘Rewşa Awarte' de bersiva rojnamevanan de û ragihand ku ji bo demokrasiyê biryara grûbî nayê wergirtin, em ê piştgiriya demokrasiye bikin.

13.35 — Yildirim bi rêya telefonê bi Bahçeli û Kiliçdaroglu re axivî

Hat ragihandin ku Serokwezîr Binali Yildirim derheqê bûyerên dawî de bi rêya telefonê agahî da Serokê MHPê Devlet Bahçeli û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu.

13.25 — Li Zonguldakê 12 dadger û dozger hatin girtin

Li Zonguldakê di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya leşkerî ya FETO de ji 14 dadger û dozgeran 12 jê ji terefê dadgehê ve hatin girtin.

13.20 — Di konteynira çopê de pirtukên Gulen hatin dîtin

Li navçeya Tavşanliya bajarê Kutahyayê di konteynireke çopê de gelek pirtuk û weşan ê aîdî Serokê Rêxistina Paralelê Fethullah Gulen (FETO) hatin dîtin.

13.15 — Dadgerê Doza Balyoz Omer Diken hat girtin

Di çarçoevya lêpirsîna hewldana derbeya leşkerî ya FETOyê li Uşakê yek jê dadgerê ‘Doza Plana Derbeya Balyozê' ku Serokê Dadgeha Cezaya Giran a 10emîn a Stenbolê bû Omer Diken jî di nav de 6 dadger û 6 dozger hatin girtin.

13.05 — Leşkerê derbekar bi pêştemalê şandin girtîgehê

Piştî hewldana derbeya leşkerî ya FETOyê 9 fermandarên ku li Malatyayê hatibûn binçavkirin bi biryara dadgehê hatin girtin. Yek ji fermandarê derbekar bi pêştemala ameliyatê şandin girtîgehê.

12.55 — Li Zaningehê polês êrişî polêsan kir

Li kampusa Zanîngeha Bazirganî ya Stenbolê (İTU) kul i Sutluceyê ye denge çekab hat. Rektorê İTUyê Prof. Dr. Nazim Ekren ku derheqê wî de biryara girtinê heye polêsan xwest binçav bikin lê polêsê parastvanê Ekren demançe li hempişeyên xwe kişand û êrişî wan kir. Di vê navberê de dengê du guleyan hat. Polêsan ji tîmên taybet piştgirî xwestin. Nasnameya polêsê ku êrişî hempişeyên xwe kir nehat eşkerekirin û teslîmî tîmên taybet bû. Di bûyerê de tu kuştî an jî birîndar çênebûn.

12.40 — Pegasus navê balafira xwe danî ‘Demokrasî'

Şirketa Rêya Hewayî ya Pegasusê balafira xwe A320neo ku nû stand navê wê danî ‘Demokrasî.'

12.35 — Hindekarê akademiya polêsan berî ku bireve Almanyayê hat girtin

Hîndekarê Akademiya Polêsan ê berê Prof. Dr. İbrahim Cerrah beriya ku bireve Almanyayê li Îzmîrê hat girtin.

12.25 — Nîşangirê derbekar derketiye kuleya Pira Bogaziçiyê

Li gorî nûçeya Ozgur Altuncuyê rojnameya Hurriyetê, şewa hewldana derbeya leşkerî piştî zêdebûna nerazîbûna gel û serkeftina polêsan yek ji serbazên derbekar ku nîşangir bû derkete kuleya Pira Bogaziçiyê.

Nîşangirê ku bi asansora pire derkete ser kuleyê bi çeka xwe ya lûledirêj ji wir gule berdidan. Gelek xelken sivîl ji guleyên çeka wî nîşangirê derbekar jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Derbekarê nîşangir ji terefê polêsekî tîmê taybet jat kuştin.

12.15 — 8 fermandarên ku reviyabûn Yûnanîstanê derketin pêşberî dadger

Piştî hewldana derbeya leşkerî 8 fermandarên ku bi helîkopterê reviyabûn Yûnanîstanê piştî 3 rojan ji bo parastina xwe dîsa derketin pêşberî dadgehê.

​12.10 — Desthilatiya endamên Dadgeha Bilind hat rakirin

Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya leşkerî ku Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê dişopîne de desthilatiya 7 emdamên Dadgeha Îdareya Bilind a Leşkerî ku lêpirsîna disiplînê hatibû vekirin ji terefê Lijneya Disiplin a Bilind ve hat rakirin.

12.05 — Di derketina derve de kontrola biyometrîk hat rawestin

Di derketina derveyê welat de ku ev nêzî 2 salane li Balafirxaneya Ataturkê kontrola pasaportan a bi pêçiyan (kontrola biyometrîk) îro ji sere sibehê ve hat rawestandin, lê ji bo kesên ku vedigerin welat hê didome.

12.00 — Erdogan û Arslan hevdîtinekê pek tînin

Serokomar Recep Tayyip Erdogan saet 14.00an de wê hevdîtinekê bi Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zuhtu Arslan re pêk bîne.

11.55 — Li Enqereyê 140 dadger û dozger sewkî dadgehê kirin.

11.52 — Hat ragihandin ku ji 25 komandoyên SATê ku tevlî hewldana derbeya leşkerî bibûn 7 windayî ne.

11.50 — Midûrê ewlehiyê ku li Bartinê întîxar kiribû, mir

Di çarçoveya lêpirsîna hewladana derbeya leşkerî de di dema lêgerîna Midûriyeta Ewlehî ya Ulusê de Muhammet Mertoglu bi demançeya xwe întîxar kiribû, hat ragihandin ku Mertoglu jiyana xwe ji dest daye.

11.40 — Şimşek: "Tenê armanceke Rewşa Awarte heye"

Cîgirê Serokwezîr Mehmet Şimşek di axaftina xwe ya kanala NTVyê de got: "Tenê armanc û hedefe Rewşa Awarte heye. Ew jî paqijkirina endamên rêxistina paralele ji sazî û dezgehên dewletê ye.

11.30 — Tezkereya Serokwezîrtiyê pêşkêşî parlamentoyê kirin

Tezkereya îlana Rewşa Awarte ku duhî ji terefê Lijneya Wezîran ve hatibû ragihandin pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hat kirin.

11.20 — Tayvan, firînên xwe yên Tirkiyeyê radiwestîne

Şirketa rêya hewayî ya Tayvanê EVA Airways, piştî ku li Tirkiyeyê Rewşa Awarte hat ragihandin biryar da ku hefteya pêş firînên xwe rawestîne.

11.15 — Îşxala TRTyê kete kamerayên ewlehiyê

Şeva hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê îşxala avahiya TRTê ya Harbiyeyê kete kamerayên ewlehiyê.

11.10 — Gul dê bi Erdogan, Yildirim, Akar û Kahraman re hevdîtinekê pek bîne

Li gorî nûçeya kanala NTVyê Serokomarê berê Abdullah Gul îro dê bi Serokomar Erdogan, Serokwezîr binali Yildirim, Sererkan Hulusi Akar û bi Serokê Parlamentoyê İsmail Kahraman re hevdîtinekê pêk bîne.

11.00 — Li Îzmîrê li dijî parêzeran operasyon

Li Îzmîrê tîmên Şaxa Dijterorê û tîmên Tekoşîna Sûcên Orxanîze yên Midûriyetê ku gelek polês tevlîbibûn li dijî parêzerên cemaeta Gulen operasyonek li dar xistin.

10.50 — Fermandarê ku dê biçûna ser rêvebiriya TRTyê hat girtin

Di çarçoveya hewldana derbeya leşkerî de operasyon li Akademiya Cengî ya Hewayî hatibû kirin û li wir gelek leşker hatibûn binçavkirin. Fermandarê ku piştî derbeya leşkerî dê biçûna ser rêvebiriya TRTyê Huseyin Ergezen jî di nav de 11 leşker ji terefê dadgehê ve hatin girtin.

Bi heman mijarî:

Biryara Rewşa Awarte ya li seranserê Tirkiyeyê di Rojnameya Fermî de derket
Rûsya beriya derbeyê bi saetan Erdogan hişyar kir
Li Tirkiyeyê 3 mehan OHAL hat ragihandin
Holanda û Almanya: Em ji geşedanên li Tirkiyayê bifikarin
Îlan kirina rewşa awarte li gorî qanûna bingehîne
Etîketan:
Leşkerên Hêza Taybet, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de