11:24 22 Sibat 2018
Zindî
    Rojnameya Fermî

    Biryara Rewşa Awarte ya li seranserê Tirkiyeyê di Rojnameya Fermî de derket

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Biryara "Rewşa Awarte" ya ku Civata Wezîran ji bo 3 mehan li seranserê Tirkiyê îlan kir di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

    Enqere — Civata Ewlekariya Niştîmaniya Tirkiyê û Civata Wezîran a wî welatî bi serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan duhî civiya û biryara îlankirina Rewşa Awarte dabû.

    Li gorî biryara ku di hejmara Rojnameya Fermî ya îro hat weşandin de hat gotin ku di çarçoveya benda (b) xala 3yemîn a Qanûna Rewşa Deresayî ya bi hejmara 2935an û 120emîn xala Makezagonê 21 Tîrmehê roja pêncşemê saet ji 01.00ê pê va heta 90 rojî Rewşa Awarte hate îlankirin.

    Biryara ku li ser pêşniyaza Civata Ewlekariya Niştîmaniya Tirkiyê ji bo parastin û xurtkirina hiqûq, azadî û demokrasiyê ji hêla Civata Wezîran ve hate dayîn.

    Piştî bi dawî hatina Rewşa Awarte, parlamento li ser daxwaza Civata Wezîran mafê wê yekê heye ku biryarê ji bo dema 4 mehên din dirêj bike

    Bi heman mijarî:

    Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
    Rojnamevanê îtalî: Li Tirkiyeyê derbeya 'rastîn' niha tê jiyîn
    Zanyarê siyasetê yê almanî Liedtke: Hewldana derbeya leşkeri senaryo ye
    The Independent: Tirsa derbeya duyemîn ya Erdogan wê bibe sedema têkçûna artêş û Tirkiyeyê
    Piştî hewldana derbeya leşkerî operasyona hewayî ya yekemîn
    Etîketan:
    Rojnameya Fermî, İlana Rewşa Awarte, Civata Ewlekariya Niştîmaniya Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de