10:29 23 Çile 2018
Zindî
    Huseyîn Şeyhulîslam

    Îran: Sedema hewldana derbeyê nêzîkbûna Tirkiya-Sûriyayê ye

    © Foto: TWITTER/@BOYHERALD
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Serokê Şûreya Îslamiya Îranê Elî Larîcanî, Hiseyîn Şeyhulislam ragihand ku yek ji wan sedemên teşebusa derbeya leşkerî ya di 15ê Tîrmehê de guhertina polîtikayên Tirkiyayê ya ji bo Sûriyayê û nêzîkbûna têkiliyên Sûriya - Tirkiyayê ye.

    Navenda Nûçeyan — Şeyhulislam di roportaja xwe ya bi ajansa Sputnikê de destnîşan kir ku hewldana derbeyê ya li Tirkiyayê hişyariya Amerîka û Erebistana Siûdî ya jib bo guhertina polîtîkayên Tirkiyayê bû. Hin welatên rojava ji bo piştgiriya xwe ya terorîstên li Sûriyayê ji ser Tirkiyayê ve dewam bikin îstîxbaratên van welatan û yê Îsraîlê li Tirkiyayê plana derbeya leşkerî kirin.

    ‘DIVÊ TEVGER Û MIJULIYÊN ERDOGAN HEVBIGRIN'

    Şeyhulislam, axaftina di navbera Serokomarê Tirkiyayê Recep Tyyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî nirxand. Erdoganî, dûh bi Rûhanî re bi riya telefonê axivî û gotiye ji bo pirsgireka li herêmê çareser bikin em amadene bi Rûsya û Îranê re hevkariyê bikin.

    Rayedarê îranî diyar kir ku peyvên Erdoganî gelek asayî ne. Erdoganî hevkariya Rûsya û Îranê di mijara terorîzmê de dît. Dive peyv û tevgerên Erdoganî hevbigirin û vê yekê di mijara sîyesata Sûriyayê de bide nîşandan.

    Bi heman mijarî:

    Nasnameyên leşkerên reviyan Yûnanîstanê eşkere bûn
    Serokwezîr Yildirim bi Serokê MHPê Baxçelî daxuyaniya hevpar da
    Kalin: Ji ber êrîşa li hemberî Serokomar 14 kes hatin desteserkirin
    PYD: Îdiaya ku pîlotê li parlementoya Tirkiyeyê xist, reviyaye Rojavayê derew e
    Rêxistina Efûyê: Li Tirkiyê mafên mirova di bin xetereyê de ye
    Etîketan:
    teşebus, derbe, leşkerî, polîtîka, têkilî, telefon, guhertin, axaftin, Sputnik, Hiseyîn Şeyhulislam, Hesen Rûhanî, Elî Larîcanî, Recep Tayyip Erdogan, İran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de