06:33 24 Çile 2018
Zindî
    YPG

    HDP, KNK, KJA salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro 4emîn salvegera şoreşa Rojava ye. Têkildarî vê yekê gelek kom, partî û komele peyamên pîrozbahiyê weşandin û Şoreşa Rojava silav kirin.

    Navenda nûçeyan — Gelek kom, partî û komele bi boneya salvegera 4emîn ya Şoreşa Rojava daxuyaniyên pirozbahiyê dan û gelê Rojava silav kirin.

    HDP: GELÊ ROJAVA WÊ BI TENÊ NEMÎNIN

    Saziya Rêvebiriya Navendî ya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP)  bi boneya salvegera 4emîn ya Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku veguherîna civakî ya li Rojava tê jiyîn, bo bingeha avakirina pêşerojeke azad û demokratîk ya bo gelên herêmê gaveke girîng e.
    Di daxuyaniyê de hate amajekirin ku HDP Şoreşa Rojava ya ku di 19ê Tîrmeha sala 2012an de li Kobanê dest pê kir û pêl bi pêl li hemû Rojava belav bû ji dil û can silav dike. Herwiha hate destnîşankirin ku gelê Rojava ne bi tenê ne û dê ti caran bi tenê nemîne. Heta ku terorîstê wekî DAIŞ û El Nûsrayê ji herêmê bi temamî bêne paqijkirin dê hevkariya li gel gelê Rojava dê berdewam bike.

    KJA: ŞOREŞA ROJAVA BO HEMÛ MIROVATIYÊ BÛ RUHÊ BERXWEDANÊ

    Kongreya Jinên Azad (KJA) jî bo salvegerê daxuyaniyek da û ragihand ku Şoreşa Rojava bo roj û pêşeroja jinên herêm û cîhanê bû hêviyeke mezin.
    Di daxuyaniyê de hate gotin ku: ‘Şoreşa Rojava li gel tecrûbe, ked  û daneheva 40 salan ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê derkete lûtkeyê û bersiveke demokratîk da dewletên faşît.
    Hate gotin ku Şoreşa Rojava, li hember faşîzmiya zilaman ya terorîstên DAIŞê şerekî bêhempa da û bi vê yekê ne tenê bo jina bo hemû mirovatiyê bû ruhê berxwedanê û modela rêxistiniyê.

    KNK: ŞOREŞA ROJAVA BÊNAVBER DIDOM E

    Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) jî daxuyaniyek da û da zanîn ku civaka demokratîk û sîstema alternatif ya di encama Şoreşa Rojava de derketine holê, bi awayekî serkeftî pêş ve diçin.
    Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Rojava bo azadiyê zehmetiyên mezin kêşan û wiha hate gotin: ‘Keç û xortên kurdan bi lehengiyeke mezin dengê xwe li cîhanê vedan. Bi taybetî jî gelê kurd bi berxwedana Kobanê li cîhanê bûn sembola berxwedanê.'

    Bi heman mijarî:

    Minbic piştî rizgar kirinê dê bi Federasyona Rojava ve bê girêdan
    Muslim: Heke li Rojava du hêz hebin wê birakujî çêbibe
    Fotografên Rojava li Parlamena Ewropayê tên pêşkêşkirin
    Şaredariyên Rojava û Bakurê Sûriyê yekîtiyek ava kirin
    Balafireke bêmirov a Amerîka li Rojava ket
    Destûra Rojava hat ragihandin: Qamişlo dibe paytext!
    Etîketan:
    şoreşa rojava, knk, kja, hdp, serkeftin, şer, berxwedan, êriş, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de