11:09 23 Çile 2018
Zindî
    Bajarê Slanfahê li bakurê Lazkiyê dikeve

    Li Sûriyê geştiyarî ber bi geşbûnê ve diçe

    © Sputnik/ Morad Saeed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Sûriyê di nava şer û pevçûnan de piştî serkeftinên li hemberî DAIŞê û rêxistinên terorê di warê geştiyariyê de liv û tevger çêbû.

    Lazkiye — Bajarê Slanfahê li bakurê Lazkiyê dikeve û wisa tê qebûlkirin ku herî zêde bandora êrîşên şer û terorê li ser wê çêbûye. Herwiha Kensaba jî wisa ye ku nêzîkî sînorê Tirkiyê ye. Lewre militan Kensabayê weke rêya derbasbûna Tirkiyê û Sûriyê bikar tînin.

    ÊDÎ GEŞTIYAR TÊN

    Piştî ku artêşa Sûriyê bi alîkariya hewayî ya Hêzên Hewayî yên Rûsyayê sedî 80ê Lazkiyê ji milîtanan paqij kirin, rewş ber bi başbûnê ve çû. Wargehên derdora Slanfah, Kensaba û Gola El Kebir El Şamaliyê êdî mazûbantiyê ji geştiyaran re dikin. Hedefa kargehên li herêmê ew e ku heta dawiya payîzê rajeya geştûguzaran bibe weke bere.

    ‘GEŞTÛGUZARÊN SÛRIYEYÎ TÊN'

    Yek ji xwediyê kargehek geştiyariyê Yasir, ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku geştûguzar êdî tên. Yasir diyar kir ku sûriyeyî ne û wiha berdewam kir: "Li kolanan liv û tevger çêdibe. Hejmara geştûguzaran di ser bendewariyan re ye."

    Yasir herweha got ku dem bi dem dengê topan tê û geştûguzar ji wî dengî ditirsin.

    Etîketan:
    Geştûguzar, Geştiyar, Sputnik, Yasir, Gola El Kebir El Şamaliyê, Kensaba, Sûriyê, Lazkiyê, Bajarê Slanfahê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de