12:19 24 Çile 2018
Zindî
    Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Baxçelî

    Serokwezîr Yildirim bi Serokê MHPê Baxçelî daxuyaniya hevpar da

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Baxçelî di derbarê hewldana derbeyê de li Koşka Çankayayê hatin cem hev.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Baxçelî piştî hevdîtina xwe ya 40 deqîqeyî bi hevdu re daxuyaniya hevpar dan.

    ‘BAXÇELÎ LI MIN GERIYA Û GOT ‘EM Ê JÎ Lİ QADAN BIN''

    Yildirim di axaftina xwe de daxuyand ku Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Baxçelî di destpêka hewldana derbeyê de bi telefonê li wî geriyaye û diyar kiriye ku di vê mijarê de ew amade ne bi her awayî piştgiriyê bide wan. Yildirim anî ziman ku MHPê ji bo yekitî û bihevrebûna welêt û milet îradeya xwe nîşan daye û bi vê yekê nemaye û di heman demê de gotiye "em ê jî li qadan bin."

    Yildirim di heman demê de ji ber piştevaniya Baxçelî ya di vê serdema girîng de, spasiya Baxçelî kir.

    ‘TIRKIYE JI BELAYEKÊ XELAS BÛ'

    Herwiha Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Baxçelî jî diyar kir ku ew li ser daweta Serokwezîr Yildirim hatin cem hev û di geşedanên van rojên dawî de ew agahdar kirine.

    Baxçelî dest nîşan kir ku van nirxandin û agahiyan ji bo pêşerojê jî wê baş bibe û got hewldana derbeyê ya şeva 15ê Tîrmehê dikarîbû Tirkiye berbê felaketekê bibira lê bi sekna bibiryar ya deshilatdariya siyasî di demeke kin de hat asteng kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: Hey xayinên FETOyî, qey we em çi dihesibandin?
    Ji Yildirim û Kiliçdaroglu daxuyaniya hevpar
    Yildirim: "Di hewldana derbeyê de heta niha 208 kuştiyên me hene"
    Serokwezir Yildirim: ‘Piştî teşebusa derbeyê bersiva Amerîkayê da'
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, daxuyaniya hevpar, hevdîtin, Serokê Giştî yê MHPê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Dewlet Baxçelî, Bînalî Yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de