22:20 26 Gulan 2018
YPG

YPG: Li Şêxmeqsûd û başûrê Tişrîn 17 terorîst hatin kuştin

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hate destnîşankirin ku terorîstan dîsa êrişî ser taxa Şêxmeqsûd û herêma di navbera Eyn Îsa û başûr rojhilatê bendava Tişrîne dikeve, kirine lê şervanên YPGê bersiva êrişan daye û di encamê de 17 terorîst kuştine.

Alaya YPG
AFP 2016/ DELIL SOULEIMAN
Navenda nûçeyan - Navenda Ragihandina YPGê diyar kir ku êrişên terorîstan ên li ser taxa Şêxmeqsûd û herêma di navbera Eyn Îsa û başûr rojhilatê bendava Tişrîne de didome. Lê YPGê jî di heman astê de bersiv daye û di encamê de 17 terorîst hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên terorîstan şevê din bi topên hawan û cehenemê êrişî ser taxa Şêxmeqsûdê kirine. Terorîstan di heman demê de ji herêmên Muxaberat, Eşrefiyê û gundê Pîno êriş birin ser taxê û li van herêman şerên dijwar rû daye. Di encama şerê li herêma Eşrefiyê 1 û li herêma Muxaberatê 2  terorîst hatin kuştin.  

LI HERÊMA TIŞRÎNÊ 14 TERORÎST HATIN KUŞTIN

Di dewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku terorîstên DAIŞê êrişî ser herêma ku dikeve navbera bajaroka Eyn Îsa û başûr rojhilatê bendava Tişrînê kirine lê şervanên YPGê êrişên terorîstan  ên li dijî gundê Kadriyê û Kurdîşan şikandin û piştre jî li van herêman xebatên lêgerînê meşandine.
Hate ragihandin ku di encama şerê ku li herêmên navborî de  qewimî de  doçkayek û motorek terorîstan hate rûxandin û 14 terorîst hatin kuştin û 8 terorîst jî birîndar bûne.

Bi heman mijarî:

Dersa mirovahiyê ji şervanê YPGê
Tabûreke nîşangirên YPGê derbasî Minbicê bû
Çavuşoglu gef li YPGê xwar
Hêzên HSD û YPGê ketin nava Minbicê
Etîketan:
şêxmeqsûd, eşrefirê, tişrîn, daiş, şer, ygp, rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de