05:01 23 Çile 2018
Zindî
    Hewldan - teşebus - derbe - leşker

    PYD: Îdiaya ku pîlotê li parlementoya Tirkiyeyê xist, reviyaye Rojavayê derew e

    © Foto: AA/ BULENT UZUN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Endamê Meclisê yê PYD Dibo bi Spûtnikê re axivî û ragihand ku ew îdiaya ku hinek kesên ku beşdarî hewldana derbeya leşkerî li Tirkiyeyê bûne, reviyane Rojavayê derew e.

    Navenda Nûçeyan — Hatibû îdiakirin ku hinek leşkerên ku di dema hewldana derbeya leşkerî de li parlementoya Tirkiyeyê xistibû, reviyane Rojavayê.

    "EM HER DEM LI DIJÎ DERBEYÊN LEŞKERÎ BÛN"

    Şêwirmendê hevserokên PYDê û endamê meclisê Siyanek Diboyî ji Spûtnikê re ragihand, nûçeyên ku leşkerên tirk reviyane Rojavayê qet rastiyê nîşan nadin û ew van îdiayan qet napejirînin.

    Herwiha Diboyî axiftina xwe wiha dewam kir: "Hem PYD û hem jî Federasyona Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê herdem li dijî derbeyên leşkerî ne û gelê kurd jî bûye mexdûrê derbeyên leşkerî. Me jî li dijî derbeyên leşkerî li Sûriyeyê kir".

    EV ÎDIA JI BO REŞKIRINA ROJAVAYÊ HATIYE GOTIN

    Ji aliyekî din ve, Diboyî teqez kir ku hikûmeta AKPê dixwaze êrîşî wan bike û ev îdia jî beşek ji vê polîtakyê ne lewra tiştekî wisa hatiye kirin ta ku Rojavayê reş bikin.

    Bi heman mijarî:

    'Derbe tê, şukir, Xwedê ruyê me reş neke'
    Demîrtaş: "Ocalan gotibû heke pêvajoya çareseriyê biqede wê derbe bibe"
    YNK: Derbe encama binpêkirina demokrasiyê ye
    Demîrtaş: Derbe ne Hikumetê li xelkê hatiye kirin
    Hêzên hevpeymanê 22 derbe li DAIŞê dan
    Hêzên hevpeymanê li 12 bajaran 23 derbe li DAIŞê dan
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, AKP, PYD, Sîyanok Dibo, Sûriye, Rojava, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de