13:11 24 Gulan 2018
    Heleb

    Di şerê li Helebê de 10 jê zarok 12 welatiyên sivîl hatin kuştin

    © REUTERS / Hosam Katan/File photo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku di şerê li navenda Halebê û gundên wê de, 10 jê zarok 12 welatiyên sivîl hatin kuştin.

    Heleb — Li gorî agahiyên herêmî li rojavayê Helebê di navbera hêzên rejîmê û komên terorîstan de şer derket û di encamê de li ser rêya Hirêtanê 6 jê zarok 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da.

    Li taxên El-Miyeser, Erdê Sor, Mesakin Henano, El-Miwaselat, Kerîm Miyeser, Şear, Mercê, Saxûr, Qatircî, Benî Zêd û Cendûlê jî 3 zarok hatin kuştin. Herwiha di şerê li taxa El-Şear de jî 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

    Komên girêdayî SUKê bi topên hewayî êrişî kolanên El-Nîl, Bostan Kilêb, Ezîziyê, Mûşiyê, Suryana Nû û taxa Eşrefiyê kir. di encamê de gelek sivîl birîndar bûn û gelek jî zerara madî çebûn.

    Herwiha şerê di navbera hêzên rejîmê û komên terorîstan de bê navber didome.

     

    Bi heman mijarî:

    HELEB - Artêşa Sûriyeyê û Terorîstan şer kir: 5 welatî hatin kuştin!
    HELEB - Artêşa Sûriyeyê û terorîstan şer kir: 22 welatiyên sivîl hatin kuştin
    HELEB - 24 saet 12 kuştî
    SOHR: "Li Heleb û Gûtayê herî kêm 80 kes hatin kuştin"
    HELEB - Rejîm û terorîst şer dikin welatiyên sivîl zerarê dibînin: 35 kuştî
    Etîketan:
    encam, şerê al û amblemên partiyên kurdan, rejîma Baas, Êrişên komên terorîst, Operasyon, êriş, tax, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de