18:44 27 Gulan 2018
numan kurtulmuş

Kûrtûlmûş: Ti keştiya leşkerî ya wenda tune ye

© Foto: AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Serokwezîr û Berdevkê Hikumeta Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş ragihand ku pişt3i hewldana derbeyê di derbarê 9322 kesan de pêvajoya yasayî dewam dike. Kûrtûlmûş anî ziman ku piştî biserneketina vê hewldanê ti keştiyeke leşkerî ya wenda tune ye.

Navenda Nûçeyan — Nûman Kûrtûlmûş li Enqereyê bi hinek rojnamegeran re hat cem hevdu û di derbarê hewldana derbeyê ya êvara 15ê Tîrmehê de bersiva pirsan da û got "armanca hewldana derbeyê ew bû ku kaos û valahiya siyasî çê bike ku şerê navxweyî jî tevlê vê armancê bû. Piştî vê hewldanê pêvajoya yasayî ya di derbarê 9322 kesan de dewam dike. Ji van kesan hinek hatin girtin, hinek di bin kontrola edlî de ye hinek jî hîn serbest in."

‘EZ BI BAWER IM KU PEYWENDIYÊN TIRKIYE Û NATOYÊ WÊ HÎN XURT BIBE'

Kûrtûlmûş ji bo piştgiriya civaka navneteweyî ya piştî hewldana derbeyê hat jî, anî ziman ku "em dixwazin piştgiriya endamên NATOyê ya ji bo hikumeta demokratîk bibînin." Herwiha Kûrtûlmûş eşkere kir ku piştî van geşedanan ez bi bawer im ku peywendiyên Tirkiye û NATOyê wê hîn xurt bibe.

‘TI KEŞTIYA WENDA TUNE YE'

Kûrtûlmûş diyar kir ku di derbarê hewldana derbeyê de ti agahiya me tune bû, di derengayî şevê de qewimî û got "piştî biserneketina hewldana derbeyê ti keştiya me ya leşkerî wenda nebûye."

Kûrtûlmûş di derbarê mijara şûndeanîna cezaya darvekirinê jî dest nîşan kir ku "ji bo şûndeanîna cezaya darvekirinê pêkan e ku destûra bingehîn were guhertin lê mijara me ya sereke ne ev e."

Bi heman mijarî:

Rûsya û Yûnanistanê daxuyanî derbarê keştiyên wenda yên Tirkiyeyê de dan
Almanya ji ber darvekirina bertek da Tirkiye: Divê muzakere bêne rawestandin
YE di mijara 'mafên mirovan' de Tirkiye hişyar kir
TIRKIYE DIHEJE - 8 hezar polês ji wezifeyê têne dûrxistin
Etîketan:
rojnameger, hewldana derbeya leşkerî, tune ye, keştiya wenda, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê û berdevkê hikumetê, Nûman Kûrtûlmûş, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de