00:50 18 Çile 2018
Zindî
    Hewldana Derbeya Leşkerî

    Rêxistina Efûyê: Li Tirkiyê mafên mirova di bin xetereyê de ye

    © REUTERS/ Stringer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (AI) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ji ber bûyerên diqewimin ‘Li Tirkiyê mafên mirova di bin xetereyê d eye'.

    Navenda Nûçeyan — Rêxistinê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê encamên hewldana derbeyê de agahî da û got ku herî kêm 208 kesan canê xwe ji dest daye û di demeke kurt de nêzîkî 8 hezar kes hatine desteserkirin. Rêxistin balê dikişîne ser nîqaşên darvekirinê yên piştî hewldana derbeyê û dibêje ku ji ber van nîqaşan rewşeke metirsîdar derketiye holê. Li gorî nirxandina AIyê anîna cezayê darvekirinê tê wateya binpêkirina Peymanên navdewetî û destûra bingehîn a Tirkiyê.

    Rêxistin aşkere dike ku ew binpêkirina mafên kesên hatine desteserkirin lêkolîn dikin.

    Dîrektorê Asya Navîn û Ewropayê yê rêxistinê John Dalhuisen derbarê rewşê de metirsiyên xwe anî ziman û ji hikûmetê daxwaz kir ku lêpirsînan li gorî raseriya hiqûqê bimeşînin. Nirxandina Dalhuisen wiha berdewam dike: "Pêdiviya Tirkiyê nîne ku mafê mirovan xirabtir bibe."

    John Dalhuisen bi awayekî gelemperî desteserkirin û jidûrxistina wezîfeyê di çarçoveya bêtehemuliya hikûmeta Tirkiyê de dinirxîne û metirsîdar dibîne. Herwiha ihtimala desteserkirina rognamegeran û çalakvanên medenî jî bibîr dixe. John Dalhuisen herî dawî bang li hikûmeta Tirkiyê dike ku li gorî mafên mirova û rêzdariya dewleta hiqûqê tevbigere.

    Bi heman mijarî:

    ÎHD û TÎHV : Bila dewlet li hember mafên mirovan baldar be!
    PEyê ji bo Tirkiyeyê civîna derasayî lidar xist
    Hewldana derbeya leşkerî û wêneyên ku di hêşê mirov de man
    “Lîsteya înfazê” ya derbekeran hat dîtin
    ‘Bila hewldana derbeyê bibe wesîleya rûpeleke nû'
    Etîketan:
    darvekirin, binpêkirina mafê mirovan, hewldana derbeya leşkerî, hikûmeta AKPê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International – AI), John Dalhuisen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de