04:58 23 Çile 2018
Zindî
    Rojhilata Navîn

    ÎHD û TÎHV : Bila dewlet li hember mafên mirovan baldar be!

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    ÎHD û TÎHV, li şaxa IHD ya Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xistin û bal kişandin hewldana leşkerî û encamên wê yên li ser mafên mirovan.

    Stenbol - Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê (TÎHV)  li avahiya ÎHDê ya stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Mijara civînê hewldana derbeya leşkerî, êrişên li ser bajaran û binpêkirina mafên mirovan bûn.
    Parêzer Eren Keskîn di civînê de diyar kir ku bang li hemû malbatên ku mafên wan di dema hewldana leşkerî de hatine binpêkirin kir û xwest ku serî li IHDyê bidin.

    ÎHD û TÎHV di daxuyaniya xwe de gotin ku: ‘Kesên mafên wan hatine binpêkirin bila serî li komeleyên me bidin. Bi qasî em dikarin emê heqê dermakirin û tedawiya wan bidin. Ji xeynî wê emê parêzeriya wan jî bikin.'

    ‘EM LI DIJÎ HER CURE DERBEYÊ NE'

    Parêzer Keskîn eşkere kir ku ew bi endîşe li hewldana derbeya leşkerî temaşe dikin û diyar kir ku ew wekî Komeleya Mafên Mirovan ya ku di encama qirkirina civakî ya Derbeya 12ê Îlonê de hatiye avakirin, li hember her cure derbeyan in.

    ‘EM BI ENDÎŞE NE'

    Keskîn ragihand ku ‘îşkence, kuştin û şîdeta ku li hember leşkerên ku radest bûbûn, bû sedema bertekên hêj girantir. Bûyerên qewimîn dibe ku bibe sedema şerê navxweyî û mezhebî.
    Lewra li bajarên wekî Stenbol, Enqere û Meletiyê ji aliyê komeke ku xwe wekî ayidî komeke siyasî dibînin, êrişî ser taxên Elewiyan kirin. Em bi endişe ne ku êrişên bi vî rengî bibe sedema birînên wijdanî û di hişê gel de tramwayên mezin çêbike.

    Bi heman mijarî:

    ÎHD: 'Di şer û pevçûnan de 198 sivîl hatine kuştin'
    ÎHD: Di 2015an de 37 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
    ÎHD: ‘Di nav 5 mehan de 170 welatî hatin qetilkirin'
    TîHV: 200 kes di malên xwe de hatin kuştin
    TÎHV: ‘Li bajarên kurdan 310 welatiyên sivîl hatin kuştin'
    Etîketan:
    tirs û xof, tîhv, îhd, hewldana derbeya leşkerî, şer, eren keskîn, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de