22:39 26 Gulan 2018
Navgîna Hewayî ya Bêmirov

HPG: Me navgîneke hewayî ya bêmirov anî xwarê

© Flickr / Lee
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 21

HPGê derbarê şer û pevçûnên di rojên dawî de pêk hatine agahî da. Li gorî van agahiyan li herêma Zapê şervanên HPGê navgîneke hewayî ya bêmirov xistiye.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ANFê, HPGê derbarê xistina navgînê de gotiye k udi 17ê Tîrmehê de saet di navbera 10.00 û 19.00ê de li Herêma Zapê li qada Şehit Rustemê predatorek û 2 navgînên hewayî yên bêmirov firîna keşfê dikirin. Di heman daxuyaniyê de têgotin ku şervanên wan bi çekên giran gule bera van navgînan dane û di encamê de navgîna tîpa bayraktar ketiye û gule li predatorê ketiye.

Heman daxuyanî dide xuyakirin ku heman rojê saet di navbera 16.00 û 17.30ê de artêşa tirk bi obus û havanan gule avêtine herêma Şehît Rustemê. HPGê derbarê bûyerên li Sêrtê jî destnîşan kir k udi 18ê Tîrmehê de li Dihê li hemberî Qereqola Reşînê êrîş pêk anîne û di encamê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Dîsa li Geverê di encama şer de leşkerek, di 17ê Tîrmehê de li Elezîzê jî 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

Bi heman mijarî:

HPGê li Rûbarokê çalakî li dar xist
HPGê li Wanê wesayetek zirxî rûxand
HPGê berpirsiyariya teqîna Mahsertê girt serxwe
HPGê nasnameyên 5 şervanên xwe eşkere kir
HPGê nasnameyên 7 şervanên xwe ku li Oremarê jiyana xwe ji dest dan ragihand
Etîketan:
şer, navgînên hewayî ya bêmirov, Artêşa tirk, HPG, Gever, Sêrt, Elezîz, Şehît Rustem, Zap, Dihê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de