14:55 24 Çile 2018
Zindî
    Rojnamevan

    Rojnamevanên rûsî li Stenbolê hatin desteserkirin

    © AFP 2018/ MUSTAFA OZER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnamevanê televîzyona REN a rûsî ku dixwes derheqê hewldana derbeya leşkerî de nûçeyan amade bike Valentîn Truşîn li Stenbolê hat desteserkirin.

    Navenda Nûçeyan — Rojnamevanê televîzyona REN a rûsî ku dixwes derheqê hewldana derbeya leşkerî de nûçeyan amade bike Valentîn Truşîn li Stenbolê hat desteserkirin. Rojnamevanekî din Mihayil Fomîçev jî derbasbûna wî ya Tirkiyeyê hat qedexekirin.

    Li gorî nûçeya televîzyona RENê, nûçegihanê ku ji bo dîmên û nûçeyên hewldana derbeya leşkerî amade bike şandin Tirkiyeyê Valentîn Truşîn li balafirxaneyê hat desteserkirin. Truşîn ji edîtorê kanala xwe re peyamek şand û hetanî 10 saetan agahî jê nehat wergirtin. Piştî ku kanalê bi Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Moskovayê ve kete têkiliyê hat ragihandin ku dê Truşîn îro saet li 09.00an wî bişînin welatê wî.

    Yek ji rojnamevanê kanalê Mihayil Fomîçev ji bo ku navê wî di nava lîsteya qedexeyan de bû destûra wî ketina Tirkiyeyê nehat dayîn. Hem sedema qedexeya destûrnedayîna Tirkiyeyê û hem jî dê kengî qedexe bi dawî bibe de tu agahî bi Fomîçev re nehatin parvekirin. Fomîçev dûhî bi balafirekê vegeriya Moskovayê.

    Fomîçev di axaftina xwe de got: "Ez û Truşîn em li ser rêya Azerbeycanê çûne Stenbolê. Lê dema ez di kontrola pasaportê de derbas bûm gotin navê te di nava lîsteya qedexeyan de ye. Wezîfedarê kontrolê bangî kesekî sivîl kir û min birin ofîsekê. Piştî çend deqîqeyên din Truşîn jî desteserkirin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevanê rûsî: ‘Divê Moskova bi Enqereyê re rûne maseye'
    Rojnamevanê rûsî:'Pûtîn, nexwest Erdogan di avê de bixeniqe'
    Tirkiye wê vîzeyê ji rojnamevanê rûsî bixwaze
    CRA: 10 rojnamevan hatin kuştin, 24 rojnamevan jî hatin girtin
    TGDP: Li Tirkiyê 34 rojnamevan girtî ne
    Etîketan:
    Desteserkirina rojnamevanên rûsî, Mihayil Fomîçev, Valentîn Truşîn, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de