15:35 23 Gulan 2018
    esad

    Esad: Erdogan bi behaneya hewldana derbeyê wê dijberên xwe tesfiye bike

    © REUTERS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad, ragihand ku Serokkomarê tirk Tayîp Erdogan hewldana derbeya leşkerî wê bo têkbirina dijberên xwe bikar bîne.

    Kremlîn
    © Sputnik / Владимир Песня
    Şam —  Lijneyeke ji parlementerên lûbnanî pêk dihat roja yekşemê li Şamê serdana Esad kirin. Esad di dema serdanê de hin daxuyanî da rojnameya lûbnanî ya bi navê El Ahbarê û diyar kir ku derbarê hewldana derbeyê de ti agahiyeke rastin nîne. Esad eşkere kir ku Erdogan wê hewldanê bo ku dijberên xwe yên di nava saziyên leşkerî, siyasî û dadî de paqij bike bikar bîne.

    Herwiha Esad di nava axaftina xwe de diyar kir ku hin rêvebiriyên ereb bi wî re ketine têkiliyê û ew bi wan re niha têkiliyên nepen dimeşîne. Esad destnîşan kir ku ew rêvebiriyên ereb yên ku di bi wan re di nava têkiliyê de ne dixwazin ku li Şamê ofîsên ewlehiyê vekin.

    Bi heman mijarî:

    Esad: "Têkiliya min û Pûtîn ji dil e, ew mirovekî durist e"
    Esad sedema terora li Ewrûpayê vegot
    Dibe Tirkiya rêwebiriya bihurbar ya Esad pesind bike
    Beşar Esad hikumeta nû daxuyand
    Esad: Divê her komên muxalif weke rêxistina terorê neyê dîtin
    Esad, di eniya şer de bi leşkeran re fitara xwe vekir
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, daxuyanî, parlemeneterên lûbnanî, tayîp erdogan, beşar esad, tirkiye, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de