20:23 27 Gulan 2018
Komkeştiyên Tirkiyeyê

Rûsya û Yûnanistanê daxuyanî derbarê keştiyên wenda yên Tirkiyeyê de dan

© AP Photo / Lefteris Pitarakis
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Yûnanistan û Rûsyayê derbarê nûçeya The Timesê de da ku goitibû, 14 keştiyên Tirkiyeyê ji 15 Temûzê de wenda ne.

Navenda Nûçeyan — Çavkaniyeke ji Wezareta Parastinê ya Yûnanistanê bi Spûtnîkê re axivî û got, ti keştiyên Tirkiyeyê, derbasî keştîgehên Yûnanistanê nebûne. Rayedarê yûnan wiha dewam kir: "Em nikarin piştrast bikin ku keştiyên Tirkiyeyê derbasî keştîgehên Yûnanistanê bûne. Me hemû fîloyên Tirkiyeyê ji kêlîka pêşî de şopandin. Em tevgerên wan dizanin. Em di rêya axiftinan re, dizanin ku wan pêşî xwestiye têkevin ava bejayî ya Yûnanistanê lê tiştekî wiha çênebû."

Herwiha çavkaniyeke din a dîplomatîk û leşkerî bi Spûtnîkê re axivî û teqez kir ku 4 keçtiyên hêzên deryayî yên Tirkiyeyê li deryaya reş in û yek ji wan jî neketiye keştîgehên Rûsyayê. 2Keştiyên Tirkiyeyê li keştîgeha Romanyayê, yek li Bulgaristanê û 1 jî li deryaya vekirî ye."
NATO: HAYA ME Jİ WENDABÛNA KEŞTIYÊN TIRKIYEYÊ TINE YE

Ji aliyekî din ve, rayedarekî NATOyê ji Spûtnikê re axivî û diyar kir ti agahî derbarê wendabûna keştiyên Tirkiyeyê de negihiştiye wan û Tirkiyeyê alîkarî ji hevalbendiyê nexwestiye ku alî wan di dîtina keştiyan de bike. Di nûçeyekeTASSê de tê ragihandin ku Berdevka Komisyona YEyê Margartis Schinasê wiha gotiye, "ti agahiyên me derbarê keştî û balafirên wenda yên Tirkiyeyê de tine".

Bi heman mijarî:

'Derbe tê, şukir, Xwedê ruyê me reş neke'
Demîrtaş: "Ocalan gotibû heke pêvajoya çareseriyê biqede wê derbe bibe"
YNK: Derbe encama binpêkirina demokrasiyê ye
Demîrtaş: Derbe ne Hikumetê li xelkê hatiye kirin
Hêzên hevpeymanê 22 derbe li DAIŞê dan
Hêzên hevpeymanê li 12 bajaran 23 derbe li DAIŞê dan
Şivan Perwer: ‘Erdogan derbe li pêvajoya çareseriyê da'
Etîketan:
keştiyên Tirkiyeyê, hewldana derbeya leşkerî, Deryaya Reş, Yûnanistan, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de