01:57 21 Çile 2018
Zindî
    Hewldan - teşebus - derbe - leşker

    Ji Serokwezîrtiyê MÎT MEBê û Zanîngehan 17 hezar û 134 kes ji kar hatin durxistin

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku 257 karmendên Serokwezîrtiya Tirkiyeyê bi sedema ku têkiliya wan bi hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ve hebû ji kar hatin dûrxistin.

    21: 53 ‘DI FERMANDARIYA ARTÊŞA EGEyê de LÊGERÎN'

    Pîştî hewldana derbeyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê li Fermandariya Artêşa Egeyê û Lîseya Leşkerî ya Maltepeyê ya Îzmîrê lêgerîn da destpêkirin.

    21: 15 MIDÛRÊ EMNÎYETÊ KU DERKETIBÛ SER TANKÊ HATE GIRTIN

    Di 15ê Tîrmehê şeva hewldana derbeyê li Kolana Vatanê Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Stenbolê yê berê Mithat Aynaci ku unîformaya leşkeran li xwe kiribû û derketibû ser tankê hate girtin. Hate ragihandin ku Aynaci sûcê xwe red kiriye.

    19.22 Li Enqereyê 8 leşker ku dudo ji wan serheng hatin girtin

    Li navçeya Golbaşi ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna derbeyê de, 8 leşker ku 2 ji wan serheng in, hatin girtin. Leşkerên girtî hatin şandin bo girtîgehê.

    18.37 Du efserên ku cih di êrîşa li ser otela Erdoganî de girtibû, xwe radest kir

    Di dema derbeyê de, derbekeran êrîşî otela li Marmarîsê ya ku Erdogan lê dima êrîş pêk hatibû. Du efserên ku beşdarî wê êrîşê bûbûn, li Izmîrê xwe radest kir.

    18.34 Amerîka: Ti daxwazên vegerandina Gulenî negihiştiye me

    Wezareta Derve ya Amerîkayê, ragihand ku ti daxwaznameyên fîzîkî negihiştiye destê wan ku tê de tê xwestin ku Gulen vegerînin.

    Serokwezîrê û wezîrê dadweriyê yên Tirkiyeyê ragihandibû ku wan dosya şandine ji Amerîkayê re ta ku Gulenî vegerîne.

    18.26 Lêpirsîn derbarê 370 xebatkarên TRTê

    Dozgeriya Enqereyê ya Komarê, di çarçoveya lêpirsîna rêxistina terorê ya FETOyê, lêpirsîn derheqê 370 xebatkarên TRTê de da destpêkirin

    18.16 Lîsansa 21 hezar mamosteyî hat betalkirin

    Wezareta Perwerdehiya Neteweyî lîsansa 21 hezar mamosteyî betal kir.

    18.12 Hejmara kesên jiyana xwe di dema derbeyê de da, bû 440

    Di dema derbeyê de, 62 polîs, 5 leşker, 173 sivîl ku bi tevahî dibe 240 kes hatin kuştin. Herwiha 1535 kes birîndar bûbûn. 24 derbeker hatin kuştin û 50 jî birîndar hatin girtin.

    18.00 Birîfnga derbeyê ji bo balyzoxaneyan

    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê daxuyaniyek derbarê hewldana derbeya leşkerî ya 15 Temûzê de da nûnerên biyanî li Enqereyê.

    Di wê daxuyaniyê brîfîngê de, Alîkarê Şêwirmendê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, agahî derbarê hewldana derbeya 15ê Temûzê de û "Rêxistina Terorê ya Fethullahî" de dan.

    17.25 — Qertên Zer ên rojnamevanên nêzî FETO hatin betalkirin

    Qertên Zer ên rojnamevanên nêzî FETO bi sedema ‘ewlehiya netewî' hatin betalkirin.

    17.20 — Ji Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî 393 karmend ji kar hatin dûrxistin

    Hat ragihandin ku ji Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî 393 karmend ji kar hatin dûrxistin.

    17.15 — LPBê îstîfaya hezar û 577 dekanî xwest

    Hat ragihandin ku Lijneya Perwerde ya Bilind (LPB) îstîfaya hezar û 577 dekanî xwest.

    17.10 — Navê leşkerên ku reviyabûn Yûnanîstanê eşkere bû

    Li gorî zanyariyên ku ji saziyên fermî hatine wergirtin navê 8 leşkerên derbeker ku reviyabûn Yûnanîstanê eşkere bû.

    Navê 8 leşkerên derbeker ku şeva piştî hewldana derbeya leşkerî bi helîkopterê reviyabûn Yûnanîstanê wiha ne: "Fermandar Gencay Buyuk, Ahmet Guzel, Abdullah Yetik, Feridun Çoban, Suleyman Ozkaynakçi, Ugur Uçan û serbaz Bilal Kurugul û Mesut Firat e."

    17.00 — Ji 100 kuştiyên Stenbolê nasnameya 97an kesan eşkere bû

    Ji 100 kuştiyên Stenbolê ku şeva hewldana derbeya leşkerî di bûyeran de jiyana xwe ji dest dabûn nasnameya 97an ji wan eşkere bû.

    16.50 — Yawerê Erdogan ê hewager bi nasnameya sexte hat girtin

    Piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê gurgiliyên wê saet bi saet derdikevin holê.Yawerê Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan Erkan Kivrak li oteleke navçeyeke Antalyayê bi nasameyeke sexte hat girtin. Li Antalyayê bi Kivrak re 3 leşkerên fermandarên din hatin girtin û 2 serbazên cendirmeyan ji kar hatin dûrxistin.

    16.40 — Wezareta Perwerdeyê: "15 hezar û 200 karmend ji kar hatin dûrxistin"

    Wezareta Perwerde ya Milî di daxuyaniya xwe ya hisabê medya civakî de ragihand ku 15 hezar û 200 karmend ji karên wan hatine dûrxistin.

    16.25 — Ji RTUKê biryara girtina kanalê

    Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK) biryar da ku hemû radyo û televîzyonên ku pêwendî û têkiliyan bi Rêxistina Terorîst a Fethullah (FETO) heye û piştgirî dane hewldana derbeya leşkerî lîsansên wan bi yek dengî betal kirin.

    16.17 — Li Zonguldakê ji bo heqareta Erdogan û piştgiriya derbeyê binçavkirin

    Hasan K. Yê ku li navçeya Eregliya Zunguldakê dijî bi tohmeta ku li ser hisabê medya civakî heqaret li Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan kir û bi parvekirinên xwe piştgiriya hewldana derbeya leşkerî kiriye hat binçavkirin.

    Li gorî nûçeya AAyê, Hasan K.yê ku ji terefê polêsên Midûriyeta Ewlehî ya Eregliyê ve hat binçavkirin piştî kontrola tendirûstî birîn midûriyetê û piştî îfradeyê dê wî sewkî edliyê bikin.

    16.07 — Kurtulmuş: "Niha derheqê 9 hezar û 322 kesan pêwajoya hiqûqî didome"

    Cîgirê Serokwezîr Tirkiyeyê û berdevkê hikumetê Numan Kurtulmuş di axaftina xwe de got: "Armanca hewldana derbeya leşkerî derxistina alozî û şerê navxweyî û çêkirina valahiyeke siyasî bû. Piştî vê hewldana derbeyê derheqê 9 hezar û 322 kesan pêvajoya hiqûqî didome. Ji van kesan hinek jê hatin girtin, hinek ji wan di kontrola edlî de ne û hinek ji wan jî hê serbest in."

    16.00 — Balafirên êrişa Enqereyê ji Amedê rabûn

    Hat ragihandin 6 balafirên ku şeva hewldana derbeya leşkerî Enqere bombebaran dikirin ji Baregeha 8emîn a Amedê rabûne.

    15.55 — Hevdîtinên avakirina komîsyona derbeyê hefteya pêş dest pê dikin

    Wekîlê Serokê Grûba AKPê Naci Bostanci ragihand ku ji bo avakirina komîsyona lêkolîna hewldana derbeya leşkerî wê hevteya pêşiya me hevdîtin werin destpêkirin.

    Bostanci di axaftina xwe de got: "Hewldana êrişa parlamentoyê tê wateya êrişa îradeya gel. Êrişî gelek cihan kirin, ji bo ku nikaribûn êrişa hemû gelî bikin êrişî temsîla gel a parlamentoyê kirin. Dê parlamento komîsyonekê ava bike û vê mijarê vekole."

    15.40 — 100 karmendên MÎTê ji kar hatin dûrxistin

    Li gorî nûçeya ajansa Reutersê ku dispêrê berpirsekî bilind ragihand ku 100 karmendên saziya MÎTê bi tohmeta ku têkiliyan wan bi Cemaeta Fethullah Gulen re heye û tevlî hewldana derbeya leşkerî bûne ji kar hatin avêtin.

    14.25 — Diyanet: "492 karmend ji wezîfeyê hatin dûrxistin"

    Serokatiya Karên Diyanetê di daxuyaniya xwe de ragihand ku 492 karmendên saziye ku li her qedeme û navend, navçe û li derveyê welat kar dikirin bi sedema ku piştgirî dane hewldana derbeya leşkerî ji wezîfê hatin dûrxistin.

    Saziyê di daxuyaniya xwe de got: "Di nava van kesên ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin de miftî, serokên daîreyan, şêwirmendê wezaretê, miftiyê serokatiyê, hinek cîgirên miftiyan, pisporên karên olî, ataşeyên xizmetên olî, mûraqib, mûezin, midûr û karmend cih digirin."

    14.10 — Bozdag: "Me ji Amerîkayê daxwaza girtina Gulen kir"

    Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag di daxuyaniya xwe de got: "Me daxwaza girtina Fethullah Gulen ji Amerîkayê kir. Hetanî hûn bixwazin derheqê wî de delîl hene, hewldana derbeya leşkerî tiştekî xuyayî ye. Li gorî delîlên destên me haya Gulen ji vê derbeyê hebû û li ser daxwaza wî ev organize hat kirin. Axaftinên di nava delîlan de gelekî zelal in. Hemû rastî dê derkevin. Her wiha daxwaza gel a îdamê jî di rojevê de ye û em nikarin vê daxwaza îdamê piştguh bikin."

    13.50 — Yawerê Erdogan hat binçavkirin

    Hat ragihandin ku yawerê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdohan ê hewager Erkan Kivrak hat binçavkirin.

    13.30 — Ji NY daxuyaniya cezayê îdamê

    Komîserê Mafên Însanî yê Neteweyên Yekbûyî Zeid Raad el Huseyni bangî Tirkiyeyê kir û got: "Piştî hewldana derbeya leşkerî ya biserneketî gelek dadger û dozger ji kar hatin dûrxistin û ev jî bi me metirsiyên cidî çêdike. Her wiha vegerandina cezayê îdamê ev dê ji bo Tirkiyeyê bibe sedema îxlala mafên însanî yê navneteweyî."

    13.20 — Li Serokwezîrtiyê 257 karmend ji kar hatin dûrxistin

    Hat ragihandin ku 257 karmendên Serokwezîrtiya Tirkiyeyê ji kar hatin dûrxistin û dest danîn ser nasnameyên wan. Ji 257 karmendan 230 pesonel jê raportör in, 19 pispor, 6 jê şêwirmend û 2 jê jî şêwirmendên hiqûqî ne.

    13.10 — Hinek dîmênên şeva 15ê Tîrmehê derketin holê

    Hinek dîmênên şeva 15ê Tîrmehê ku hewldana derbeya leşkerî bû ketin ajansan.

    13.00 — General İyidil hat binçavkirin

    Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya leşkerî de Fermandarê Perwerde û Piştgiriya Mûxabere ya Hêza Bejayiya Tirkiyeyê General Metin İyidil hat binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Erebîstana Siûdî û Qatar çima ji hewldana derbeyê ne 'bêkêf' in?
    Amerîka: Hewldana derbeyê bo me bû sûprîz
    Cengiz Çandar: Dibe Erdoganî bi xwe hewldana derbeyê hûnandibe
    Hewldana derbeyê eşkere eşkere çêbû
    “Hewldana derbeyê, hêza Erdoganî zêde kir”
    Etîketan:
    Karmendên serokwezîrtiyê ji kar hatin d3urxistin, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Metin İyidil, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de