12:55 22 Çile 2018
Zindî
    Mohemmed Cewad Zarîf

    Îran: Erebîstana Siûdî û Qatar çima ji hewldana derbeyê ne 'bêkêf' in?

    © AFP 2018/ Maxim Malinovsky
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf anî ziman ku hinek welat ku di nava wan de Erebîstana Siûdî û Qatar jî hene, ji hewldana derbeyê ya li Tirkiyeyê ‘bêkêf' nebûn.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî îdiaya ajansa nûçeyan ya Farsê Wezîrê Karên Derve Mohammed Cead Zarîf di celseykee parlamentoyê de axivî û got "Hinek welat ku di nava Erebîstana Siûdî û Qatar jî heye, ji ber hewldana derbeyê ya li Tirkiyeyê bêkêf nebûne. Divê herkes li ser vê mijarê bifikire."

    Li gorî ragihandina wekîlê Îranî Xulamreza Caferzade Zarîf îdia kir ku "ger ku li helwesta Erebîstana Siûdî ya li hemberî bûyerên li Tirkiyeyê were nêrîn, wê were dîtin ku bi îhtîmaleke mezin Erebîstana Siûdî jî tevlê derbeyê bûye."

    Zarîf diyar kir ku Îran wek prensîp li kîjan welatî dibe bila bibe, li hemberî derbeyê ye û ji ber bûyerên qewimîne jî xemgîn e.

    ERDOGAN: EM NIKARIN BIBÊJIN HER TIŞT QEDIYA

    Li gel vê yekê hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re bi telefonê hevdîtinek kiriye.

    Li gorî agahiyan di vê hevdîtina telefonê de Rûhanî eşkere kir ku ew li gel hikumeta Tirkiyeyê û xelkê Tirkiyeyê ye.

    Li gorî ajansa fermî ya Îranê, ÎRNAyê Erdogan jî anî ziman ku "ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê ji her deme zêdetir bi biryar in ku bi Îran û Rûsyayê re hevkariyê bikin." Herwiha Erdogan di derbarê rewşa Tirkiyeyê jî Rûhanî agahdar kir û got "rewş normalîze dibe lê hîn zû ye ku em bibêjin her tişt qediya."

    Bi heman mijarî:

    Îran: Em ji sebat, ewlehî û yekîtiya Tirkiyeyê biguman in
    Îran gef li Barzanî xwar: Emê operasyonên qirkirinê bidin destpêkirin
    Hewldana derbeyê eşkere eşkere çêbû
    Etîketan:
    bêkêf, hewldana derbeya leşkerî, Serokomarê Îranê, ajansa ÎRNAyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Hesen Rûhanî, Xulamreza Caferzade, Recep Tayîp Erdogan, Muhammed Cewad Zarîf, Tirkiye, Qatar, Erebîstana Siûdî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de