05:55 20 Çile 2018
Zindî
    Hewldana derbeya leşkerî

    Amerîka: Hewldana derbeyê bo me bû sûprîz

    © REUTERS/ Baz Ratner
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastina Deweletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Peter Cook ragihand ku, haya wan ji hewldana derbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê tune bû û ev yek bo wan bû suprîz.

    Navenda nûçeyan - Berdevkê Wezareta Parastina Deweletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Peter Cook li Pentagonê di civîna rojane de pirsên rojnamevanan bersivand. Cook li ser pirsa derbarê hewldana derbeya leşkerî de got: ‘Hewldana derbeya leşkerî ne tenê bo gelê Tirkiye û kesê dî, bo me jî bû sûprîz.'
    Cook diyar kir ku dê têkiliyên wan yên li gel Artêşa Tirk û operasyonên li hember DAIŞê dê bênavber berdewam bike.

    ‘BAREGEHA ÎNCÎRLÎKÊ DI TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞÊ DE GELEKÎ GIRÎN E'

    Berdevk Cook derbarê operasyonên DAIŞê de axivî û diyar kir ku Baregeha Încîrlîkê di warê têkoşîna li dijî DAIŞê de xwedî girîngiyeke mezin e. Cook ragihand ku niha li nava baregehê pirsgirêka qutbûna elektrikê heye lê rayedarên tirk bo vê yekê çareser bikin xebatên hewce dikin.

    ‘HEVDÎTINEKE RASTERAST NEHATE KIRIN'

     

    Li ser pirsa ku ‘Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Ash Carter çima li gel  Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Fîkrî Işik hevdîtineke rastetrat nekiriye?' Cook eşkere kir ku wan herî dawî di Lûtkeya Warşovayê de hevdu dîtibûn û piştî derbeyê ti hevdîtinek taybet nehatiye kirin lê tê payîn ku herdu wezîr di demeke nêz de hevdîtinekê pêk bînin.

    Cook amaje kir ku piştî derbeyê ti hevdîtinek taybet nehatiye kirin lê tê payîn ku herdu wezîr di demeke nêz de hevdîtinekê pêk bînin.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hewldana derbeyê eşkere eşkere çêbû
    KCK: Ji ber polîtîkayên antidemokratik ên AKPê hewldana derbeyê çêbû
    “Hewldana derbeyê, hêza Erdoganî zêde kir”
    Piştî hewldana derbeyê, hevdîtinên girtiyan tê astengkirin
    Endamê Komîsyona Ewropayê Hahn: "Lîsteya girtiyan berî hewldana leşkerî amade bû"
    Etîketan:
    hewldana derbeyê, încîrlîk, daiş, şer, êriş, wezareta parastinê ya tirkiyê, wezareta parastinê ya dya, peter cook, Fîkrî İşik, Ash Carter, amarîka, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de