16:35 27 Gulan 2018
Balefira rûsî ku ji terefê pîlotên Tirkiyeyê ve hat xistin

Pîlotên ku balafira rûsî xistibûn hatin girtin

© REUTERS / Sadettin Molla
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag di daxuyaniya xwe de ragihand pîlotên ku balafira rûsî xistibûn hatin girtin.

Navenda Nûçeyan — Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag di daxuyaniya xwe de ragihand pîlotên ku balafira rûsî xistibûn hatin girtin.

Dozgerê Komarî Berkant Karakaya di daxuyaniya xwe de gotibû: "Leşkerên ku tevlî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bibûn û ji bo ku Tirkiyeyê di rewşeke nexweş de bihêlin balafira rûsî xistibûn derheqê wan de lêpirsîn hat berfireh kirin.

Balafira Su-24 a rûsî di 24ê Mijdarê de bi îdiaya ku sînor îxlal kiriye ji terefên jetên Tirkiyeyê ve li sînorê Sûriyeyê hatibû xistin û ji du pîlotan yek jê Oleg Peşkov dema bi pereşutê xwe ji valafirê avêtibû ji terefê hêzên paramîlîter ve hatibû kuştin.

 

Bi heman mijarî:

Piştî teşebusa derbeyê doza xistina balafira rûsî berfirehtir bû
ÎDIA- Dibe ku haya Erdogan ji xistina balafira şer a rûsî tune be
Derket holê ku balafira rûsî ya Il-76ê ketiye
Bi balafira İl-76 a rûsî re pêwendî hat birîn
Daxuyaniya Erdogan a balafira rûsî bû sedema nîqaşê:'Gelo kê qest kir'
Etîketan:
Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Xistina balafira rûsî, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê, Berkant Karakaya, Bekir Bozdag, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de