23:41 21 Gulan 2018
    John Kerry

    Markov: "Kerry, dizanîbû têkiliya Amerîkayê bi derbeyê re heye"

    © REUTERS / Saul Loeb/Pool
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Midûrê Enstîtûya Lêkolînên Siyasî yên Rûsyayê Sergey Markov ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry dizanîbû têkiliya Washîngtonê bi derbeyê re heye.

    Moskova - Midûrê Enstîtûya Lêkolînên Siyasî yên Rûsyayê Sergey Markov di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku dema hewldana derbeya leşkerî li Tirkiyeyê bû Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ji nişqê ve navber da civînê, lewra Kerry dizanîbû têkiliya Washîngtonê bi derbeyê re heye.

    Ev kêliya bûyerê rewşeke psikolojik e

    Sergey Markov di axaftina xwe de got: "Dema ku Kerry behsa mijara derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê kir û digot tu eleqeya Amerîkayê bi vê vê derbeyê re tuneye destê di bir ber lêv û pozê xwe. Dema ku însanek dipeyîve û destê xwe dibe lêb û pozê xwe ev tê wê wateyê ku derewan dike. Ev kêliya bûyerê rewşeke psikolojik e. Lewra Kerry dizanîbû têkiliya Amerîkayê bi derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê re heye."

    Çima Erdogan derbeyê li xwe bike?

    Markov di berdewamiya axaftina xwe de li hemberî kesên ku dibêjin Erdogan ev derbe honand derket û got: "Tu peyveke min ji van kesên ku derewan dikin re tuneye, lewra ev îdia gelekî bêbingeh in. Çima Erdogan derbeyê li xwe bike? Di bûyeran de 265 kes hatin kuştin, bi hezaran birîndar hene, avaahiyên hikumetê û parlamento hat bombekirin. Ma ev hemû lîstika şanoyê ye. Yên ku van îdiayan davînin holê nehizkiriyên Erdogan in. Pisporên ku vî tiştê dibêjin ez ji pisporiya wî bi guman im. Divê em ji rastiyan derkevin rê, Erdogan siyasetmedarekî bi hêz e û dê salên dirêj serokatiya Tirkiyeyê bimeşîne."

    Bi heman mijarî:

    Ji bo lêkolîna hewldana derbeya leşkerî li parlamentoyê komîsyon tê avakirin
    Li gorî Tirkiyeyê, li pişta derbeya leşkerî Misir û Îmarata Erebî heye
    Rûsya: "Piştî hewldana derbeya leşkerî em tim bi Tirkiyeyê re di nava pêwendiyan de ne"
    Hewldana derbeya leşkerî: 6 general hatin girtin
    Serokê hewldana derbeya leşkerî Muharrem Kose ye
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Midûrê Enstîtûya Lêkolînên Siyasî yên Rûsyayê, John Kerry, Sergey Markov, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de