10:41 26 Gulan 2018
Alaya Îranê

Li Îranê teqîn

© Fotolia / Borna_Mir
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Îranê li bajarê Ehvazê ya girêdayî Eyaleta Xûzîstanê li navenda hêzên rejîma Îranê teqînek rû da û zirareke zêde da hêzên rejîmê.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyeke malpera Kurdistan Mediayê duh li bajarê Ehvazê ya girêdayê eyaleta Xûzîstanê li dezgeyê hêzên rejîma Îranê teqîneyek pêk hat û ji ber vê teqîneyê agir bi wê dezgeyê hêzên Îranê ket. Di encama teqîneyê de dezgeya hêzên Îranê zirareke mezin dît.

Hat gotin ku heta niha ti kesî ev teqîneya negirtiye ser xwe û nayê zanîn ku mirî û birîndar hene an na.

Ehvaz navenda rêveberiya eyaleta Xûzîstanê ye û piraniyê niştecihên wir Ereb in. Tê zanîn ku li wir tevgera Ereban ya bi navê Tevgera Têkoşîna Ereban ya ji bo Rizgariya Ehvazê, dewleta Îranê bi netewperestiya Persî sûcdar dike û ji ber vê yekê ji bo rizgarkirina Ehvazê li dijî rejîma Îranê tevdigerin.

Heman Tevgerê di salên borî de li dijî hêzên rejîma Îranê û lûleyên petrolê çend caran êrîş pêk anîbû.

Bi heman mijarî:

Îran gef li Barzanî xwar: Emê operasyonên qirkirinê bidin destpêkirin
Îran 200 hezar leşkerî li Kurdistana Îranê bi cih dike
Rojnameya almanî îdia dike ku ‘Îran bombeya atomê çêdike'
Îran: Me gef li Kurdistanê nexwarine!
Etîketan:
zirareke mezin, negirt ser xwe, hêzên rejimê, teqîn, Tevgera Têkoş3ina Ereban ya ji bo Rizgariya Ehvazê, Eyaleta Hûzîstanê, Kurdistanmedia, Ehvaz, Hûzîstan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de