09:02 21 Nîsan 2018
    Li Tirkiyê hewldana derbeyê

    HRW li hemberî binçavkirin û binpêkirina mafan hişyarî da Tirkiyê

    © REUTERS / Stringer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Çavdêriya Mafên Minovan (HRW) diyar kir ku rêya hikûmeta Tirkiyê piştî hewldana derbeyê bişopîne, ji bo azadiya çapemeniyê, raseriya hiqûqê û mafên mirovan wê bibe ezmûneke girîng.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya beşa tirkî ya BBCyê HRW raportek amade kir û bibîr xist ku hejmara desteserkirinan 7 hezar û 500 kesan derbas kiriye û bi hezaran dadger, dozger û polîs ji kar hatine dûrxistin û 22 malperên nûçeyan hatine girtin.

    Dîrektorê Asya Navîn û Ewropayê yê rêxistinê Hugh Williamson jî got ku: "Mafê herî xwezayî yê hikûmetê ye ku kesên hewldana derbeyê kirine derxe ber dadê. Lê ast û leza desteserkirinan dide xuyakirin ku ne lêpirsînek li gorî delîlan tê meşandin lê li nîşaneyên tesfiyekirinê dide xuyakirin.

    Di daxuyaniya rêxistinê de wiha hat gotin: "Niha Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Partiya Dad û Geşepêdanê divê piştrgiriya ku gel daye demokrasiye birûmet bike û divê li gorî standartên demokrasê tevbigere". Rêxistinê balkişandiye ser gotegotên derbarê girtina hin rojnamgeran de û ev weke tiştekî endîşe nirxandiye.

    HRWê derbarê nîqaşên darvekirinê jî wiha dibêje: "Divê hikûmet li hemberî daxwazên popülist liberxwe bide." Herwiha rêxistinê daxuyand ku ti derbarê beşdariya alîgirên Gulen a nava derbeyê de delîl nînin.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: Hey xayinên FETOyî, qey we em çi dihesibandin?
    Ji Yildirim û Kiliçdaroglu daxuyaniya hevpar
    Ji Serokê MHPê daxuyaniya îdamê
    Firînên navbera Tirkiyeyê û Amerîkayê dest pê kirin
    Demirtaş: ‘Em li hemberî darve kirinê ne'
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, mafê mirovan, BBC tirkî, AKP, Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan(HRW), Hugh Williamson, Fethullah Gulen, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de