01:05 23 Çile 2018
Zindî
    Binali Yıldırım

    Yildirim: Hey xayinên FETOyî, qey we em çi dihesibandin?

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirimî wiha got, “bê awarte her derbe xerab e, lê yek ji wan jî wek ya 15ê Temûzê nemerd nebûye” . Herwiha wiha got, “hey xayinên FETOyê, we em çi dihesibandin?”

    Navenda Nûçeyan - Yildirim di civîna partiya xwe (AKP) de axivî. Tiştên serekî yên ji axiftina Yildirimî wiha ne:

    * Me ji bo vegerandina Gulenî dosya şand Amerîkayê. Me ji wan xwest ku êdî wî ser-terorîstî neparêzin. Xwedî nekin û ji xwe re nekin mesref. Em ê dawî wî bînin.

    * Hey Xayinên FETOyî, qey we em çi dihesibandin? We got qey em newêrek in? Ji wan wa ye ku ew ê di çend saetan de dest deynin ser Tirkiyeyê. Wan got qey ew ê vî miletê birûmet bimheînin.

    PÎROZÎ JI BO CHP Û MHP, SPASÎ JI HDPÊ RE

    * Ez parlementerên CHP û MHPê yên 15 Temûzê hatin parlementoyê, pîroz dikim. Herwiha ez spasiya parlementerên HDPê dikim ku eyanname îmze kir. Tevahiya dinyayê dît, bê çawa em destên hev digirin gava ku mesele dibe welat.

    * Eger hinek kes hebin ku ji bo li dijî derbeyê derkevin, şaşî derheqê Mehmetçîkî(leşkerên tirk) de kiribe, çi pêwîst be ew ê bên kirin.

    ROJ ROJA YEKBÛNÊ YE

    * Bila haya me ji provakasyonan hebe, roj ne roja cudabûnê ye lê roja yekbûnê ye.

    * Eger 15ê Temûzê derbe bi ser keta, niha Tirkiye bi awayekî dîktayî dihat birêvebirin. Miletî rê enda derbeyê. Tirkiye qey tawîzê di meseleya demokrasî û hiqîuqê de nade.

    * (Bidarvekirina derbekara) peyama gelî li ser serê me ye.

    * Medyaya me jî ket ezmûneke gelekî baş û bi ser ket. Em spasiya hemû medyaya xwe ya nivîskî û dîtbar dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji bo lêkolîna hewldana derbeya leşkerî li parlamentoyê komîsyon tê avakirin
    Li gorî Tirkiyeyê, li pişta derbeya leşkerî Misir û Îmarata Erebî heye
    Rûsya: "Piştî hewldana derbeya leşkerî em tim bi Tirkiyeyê re di nava pêwendiyan de ne"
    Hewldana derbeya leşkerî: 6 general hatin girtin
    Serokê hewldana derbeya leşkerî Muharrem Kose ye
    Serokwezîra Almanyayê: "Ez hewldana derbeya leşkerî şermezar dikim"
    Etîketan:
    Demokrasî, CHP, MHP, AKP, HDP, Binali Yildirim, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de