13:05 22 Çile 2018
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu û Binali Yildirim

    Ji Yildirim û Kiliçdaroglu daxuyaniya hevpar

    © Foto: AA/ Utku Uçrak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî hevdîtina Serokwezîr Binali Yildirim û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu daxuyaniyeke hevpar hat dayîn.

    Enqere — Piştî hevdîtinê pêşî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu axivî û got: "Hinek metirsiyên min hebûn û min ew bi serokwezîr Yildirim re par vekirin. Bi taybetî jî mijara leşkeran ku rastî bûyerên tund û tûjî hatin ne rast bû, lê dîsa divê ew jî werin lêpirsîn. Em ê bi hev re vê gengeşiya nava civakê bi dawî bînin, lewra ev wezîfeya me hemûyan e."

    Yildirim: "Wê edalet tiştê hewceyî bike"

    Serokwezîr Binali Yildirim jî di axaftina xwe de got: "Divê ji vir û pê ve em pir bi dîqat bin, lewra her tim gengaz e ku hinek provokator ji vî karî ji xwe re wezîfeyan derxînin. Divê em fersendê nedin van kesan û yên ku têkeve vê hewldanê em ê di heman kêlîkê de bersiva wan bidin. Tirkiye dewleteke hiqûqî ye, em di rêya hiqûqê de hemû kar û barên xwe bidin meşandin. Kesên ku şaşîtiyê bikin em ê wan teslîmî edaletê bikin."

    Tu kes nikare têkeve nava hestên tolhildanî

    Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tirkiye dewleteke hiqûqê ye û em ê di rêya hiqûqê de hemû karên xwe bidin meşandin. Hemû kesên ku şaşî û xeletî kirine em ê wan teslîmî edaletê bikin. Ji xwe edalet tştê pêwist çibe dê bike. Tu kes nikare têkeve nava şideta fizîkî û nabe tu kes têkeve pey hewldanên tolhildanî. Di dewleteke hiqûqî de tiştekî wiha qet nayê qebûlkirin."

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: "Di hewldana derbeyê de heta niha 208 kuştiyên me hene"
    Serokwezir Yildirim: ‘Piştî teşebusa derbeyê bersiva Amerîkayê da'
    Şamê bersiv da daxuyaniyên Binali Yildirim
    Yildirim: "Em ê bi Sûriyeyê re jî normalîze bibin"
    Yildirim: Krîza balafirê bi Rûsyayê re di 6 mehan de xelas bû û têkilî asayî bûn
    Etîketan:
    Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, AKP, CHP, Binali Yildirim, Kemal Kiliçdaroglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de