13:10 24 Gulan 2018
    YPG

    Şervanên kurd qira DAIŞê anîn: 111 terorîst hatin kuştin

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro berê sibehê terorîstên DAIŞê bi 3 aliyan ve êrişî bajarê Minbicê kirin. Di êrişê de şerekî dijwar qewimî û 111 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.

    Minbic — Terorîstên DAIŞê îro berê sibehê saet di 04.00an ji 3 aliyan veve êrişî bajarê Minbicê kirin. Şervanên Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi tundî bersiv dan terorîstan û şerekî dijwar qewimî. Di encamê de 111 terorîst hatin kuştin.

    Terorîstan ji bakurê Minbicê êrişî aliyê Çemê Sacûrê, li aliyê başûr êrişî gundên Qera El-Kebîra, Qera El-Zixîra û Oseclî Tok El-Xelîl û ji aliyê rojava jî êrişî gundê Um Edese kirin. Terorîstan di êrişê de derbeyên giran xwarin û windayiyek mezin dan.

    Di wî şerî de 111 terorîsten DAIŞê hatin kuştin, wesayîteke zirxî û hawanek terorîstan hatin rûxandin. Her wiha gelek çek û cebilxaneyen terorîstan jî ketin destê şervanan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    HSDê avahiya nifûsê ya li navenda Minbicê kontrol kir
    Li Minbicê 2 rojnameger birîndar bûn
    Di operasyona Minbicê de 40 terorîstên DAIŞî hatin kuştin
    Li Minbicê pevçûnên dijwar diqewimin
    210 gundên Minbicê hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Minbicê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, HSD, YPG, Minbic, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de