11:41 21 Hezîran 2018
Îdamên Îranê

Îranê rojekî de 16 kes darve kir

© Foto : Arşiv
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku dewleta Îranê di rojekê de, 16 kes bi bihaneya bazirganiya bi madeyên hişbiriyê, bi dar vekirine.

Tehran — Li gorî agahiyên Ragihandina Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê (HERANA) herî kêm 11 kes roja şemiyê 16ê Tîrmehê ji bo cezayê wan yê darvekirinê pêk were, ji hucreyên zîndana Qizil Hisar a Kerecê re hatine veguhestin. Kesên hatine veguhestin duh, 17ê Tîrmehê hatin darvekirin.

Li gor heman çavkaniyê yek ji wan kesên hatine darvekirin jin bûye. Çalakvanên Mafê Mirovan tenê karîne nasnameya du kesên bi navê Seyîd Sabirî û Muslim Behramî nas bikin.
Roja 16'ê Tîrmehê çar girtî ji girtîgehekê, çar girtiyên din ji girtîgeha Tehrana mezin, girtiyek ji zîndana Qizil Hisar, girtiyek ji girtîgeha Recayî Şehir a bajarê Kerecê û jinek jî ji cihek ne diyar ji bo werin darvekirin, ji hucreyên girtîgeha Qizil Hisar a bajarê Kerec a Tehranê re hatin veguhestin.

Hemû girtiyên ku duh hatin darvekirin, bi behaneya ku bazirganiya bi madeyê hişber re kirine, ji wan re ev ceza hatiye dayîn.

Ji aliyê din ve duh 5 kesên din di girtîgeha Kerec û Bîrcend a Îranê de hatin darvekirin. Li gor vê yekê bi giştî di rojekê de herî kêm 16 kes li Îranê hatine darvekirin.

Çalakvanên Mafê Mirovan, Rêxistinên cîhanî û hinek rayedarên di Îranê de jî, bi caran xwestine ku qanûna bazirganîkirin bi madeyên hişber re carekedin li ber çavan were derbaskirin. Ji bo ku ti kes ji ber vê sedemê neyê darvekirin lê belê heta niha ti guhertin di vê qanûnê de çênebûye.

Îran di bin navê bazirganiya bi madeyên hişber kirine yan jî bi behaneya ku li dijî rejîmê ne, salê bi sedan kesî, çalakvanên civaka sivîl û kesên ji pêkhateyên cûr be cûr bi taybet Kurd û Belûçan, her wiha jinan bidarve dike.

 

 

Bi heman mijarî:

Îran 200 hezar leşkerî li Kurdistana Îranê bi cih dike
'Îran û Tirkiye dixwazin Herêma Kurdistanê perçe bibe'
Îran: Me gef li Kurdistanê nexwarine!
Îran: "Me li Tehranê êrişeke mezin asteng kir"
Kurdistan û Îran li hev kir: Kurdistan wê 250 hezar warîl petrol bifroşe Îranê
Îran: Erebistana Siûdî û Herêma Kurdistanê piştgiriya PDKÎyê dikin
Îran: 5 endamên PJAKê hatin kuştin
Etîketan:
ceza, Çalakvanên Mafê Mirovan, Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê (HERANA), Darvekirinên Îranê, Seyîd Sabirî, Muslim Behramî, îRAN
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de