06:56 22 Hezîran 2018
erdogan

ÎDIA- Dibe ku haya Erdogan ji xistina balafira şer a rûsî tune be

© REUTERS/ Murad Sezer
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Pisporên rûsî hewldana derbeya li Tirkiyeyê şirove kirin û îdia kirin ku 'dibeku balafira şer ya rûsan ya ku di 24ê Mijdarê de hate xistin, bêyî agahiya Serokkomar Tayîp Erdogan hatibe xistin.'

Navenda nûçeyan — Pispora Rojhilata Navîn ya rûsî Nadana Fridrihson bal kişand ser hewldana derbeyê ya Fermandariya Hêzên Hewayê yê Tirkiyeyê û ragihand ku dibe ku balafira şer ya rûsî ya ku 24ê mijdarê de hate xistin bêyî agahiya Erdogan hatibe xistin. Fridhirson diyar kir ku wê vê yekê di 6ê Hezîranê de di bernameyeke televîzyonê de jî gotiye.
Fridhirson da zanîn ku Fermandariya Hêzên Hewazê yê Tirkiye û û cendermayan bi hev re hewldan organîze kirine lewma jî bi îxtîmaleke mezin haya Erdogan ji xistina balafira şer ya rûsî Su-24an tune bû.
Pisporê Qefqesyaya Başûr Andrey Yepifantsev heman şirove kir û îdia kir ku balafir ji aliyê derbekeran ve hatiye xistin. Yepifantsev got: 'Şaredarê Bajarê Mezin yê Enqereyê Melîh Gokçek diyar kiribû balafira şer ya rûsan ya ku  24ê Mijdara sala 2015an de hatibû xistin, ji aliyê derbekeran ve hatiye xistin. Dibeku ev îdia rast be. Niha dîtin ku navbera Tirkiye û Rûsyaye baş bû, lewma jî tirsiyan û bo ku ser sûcên xwe bigrin hewldan ku derbeyê pêk bînin.'

'ÎDIAYÊN KU BALAFIRA RÛSÎ BÊYÎ AGAHIYA ERDOGAN HATIYE XISTIN RAST E'

Pisporê Rojhilata Navîn Maksim Şevçenko îdiakir ku derbe ji aliyê Amerîkayê ve hatiye sazkirin sedema vê yekê jî weke 'nêzîkbûna Tirkiye û welatên Rûsya, Çîn û Îranê' nîşan da.
Şevçenko got: ' Li ser van tiştên qewimî em dikarin bêjin ku îdiaya haya Erdogan ji xistina balafirê tune bû, rast e.'

Bi heman mijarî:

Erdogan: 'Rûsya û Îran piştgirîye didin Beşar Esad'
Rûsya: Em ê delîlên nû yên têkiliya DAIŞ û Erdogan pêşkêş bikin
Rûsya: "Hewldana derbeyê, berteka ji dûrketina xeta Ataturk bû"
Rûsya bo Helebê bang li Amerîkayê kir
Rûsya: Em bi pêşmerge re hevkariya leşkerî dikin
Etîketan:
derbekar, balafirir, sûc, îdia, demokrasî, andrey Yepifantsev, Nadana Fridrihson, Maksim Şevçenko, recep tayîp erdogan, rûsya, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de