09:01 19 Sibat 2018
Zindî
    Jinên êzidî
    © Foto: RT

    Yekîneyên leşkerî yên jinên êzîdî li dijî DAIŞê

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji zû de, gelek yekîneyên xwebexş li rojavayê Mûsilê hene ta ku gundên xwe ji êrîşên rêxistina DAIŞê biparêzin.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku li gundê Wadî Şiloyê yekîneya keçên êzîdî hatiye sazkirin. Ajansa Sputnik ji endameke vê yekîneyê xwest ku derbarê beşdariya xwe di operasyonên leşkerî de biaxive.

    Keça 22 salî Wadhat Xelîl Salihê ku ji destpêka opêrasyonên rizgarkirina Şingalê, beşdarî şerî bûye, got ku `dema ku çekdarên DAIŞê di sala 2014an de komkujî li dijî gelê me pêk anîn, min xwest ez tevlî Yekîneyên Jinên Şingalê bibim, Niha ez li herêma Şingalê di çalakiyên leşkerî de beşdar dibim da ku ev xak bi temamî ji têrorîstan were rizgarkirin`.

    Wadhat û 2 xwişkên xwe di Yekîneyên Jinên Şingalê de şer dikin, wan heta niha bi dehan têrorîst kuştine. Ew ne tenê şer bi têrorîstan re dikin, lê di dema rizgarkirna gundan de beşdariyê di pûçkirna êrîşên têrorîstan de jî dikin.

    Herwiha Wadhatê her wiha go: `di destpêkê de em ji aliyê jinên Yekîneyên Parastina Gel ve hatin rahênandin. Niha bi taybetî em operasyonên ji bo rizgirkirna dîlên êzîdî yên hîn li cem DAIŞê mane pêk tînin. Merivên min jî di nav wan de hene`.

    Ji aliyekî din ve, ev keça ku neçar ma ku beşdarî operasyonên leşkerî yên dijî DAIŞê bibe, di encamê komkujiya li dijî êzîdiyan de, sala 2014an ji xwendinê bêpar ma. Îro tenê yek daxwaza wê heye, ew jî ku hemû dîlên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bibin û aştî li Iraqê çêbibe.

    Wadhat weha gotina xwe bi dawî dike: `Ez ji hemû çekdar û rêberên DAIŞê re dibêjim, em ê we ji Iraqê derxînin!`

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Rewşa jinên êzidî yên di destên DAIŞê de ne diyar e'
    Ji bo 19 jinên êzidî konê şîne hate vedan
    Jinên Êzidî: 'Emê tola dayik û keçên kurd hildin'
    TAYBET-18 jinên Êzidî ji destê DAIŞê hatin xelaskirin
    Jinên Êzidî li hemberî DAIŞê şer dikin
    Etîketan:
    jinên êzidî, ypg, rizgarkirin, leşker, DAIŞ, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de