19:50 21 Sibat 2018
Zindî
    penaber - koçber

    Li hemberî penaberên Sûriyê bangewaziya xwepêşandanê tê kirin

    © Foto: © AA/ YUNUS KELEŞ
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Enqereyê komekê li ser medyaya civakî bangewaziya êrîşa li ser penaberên Sûriyê dikin.

    Enqere — Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku wê penaberên Sûriyê bikin welatî, gelek derdoran bertek nîşanî vî tiştî dan. Herwiha li hin deveran êrîş li hemberî penaberan hat kirin. Li Enqereyê jî komekê li ser medyaya civakî bangewazî kir ku êrîşê bibin ser parka Sûriyeyiyan.

    Li gorî nûçeya rojnameya Agosê, hin kes li ser medyaya civakî bangewaziyê dikin ku roja şemiyê li Taxa Onderê li hemberî penaberan xwepêşandanekê lidar bixin. Di van hesaban de gotinên ‘tolhildanê' li hemberî penaberan tê bikaranîn û daxwaza êrîşê tê kirin. Hesabekê Facebookê diyar dike ku wê di 17.30ê de, wê li ber salona Şahiyê ya İremceyê kom bibin û ber bi Parka Alemdagê bimeşin.

    Li hemberî penaberên Sûriyê li ser medyaya civakî bangewaziya xwepêşandanê tê kirin
    © Foto: Agos
    Li hemberî penaberên Sûriyê li ser medyaya civakî bangewaziya xwepêşandanê tê kirin

    Hesabekî din jî dibêje ku bila 5 hezar kes kom bibin û biçin taxê li ser serê Sûriyeyiyan birûxînin.

    Li hemberî penaberên Sûriyê li ser medyaya civakî bangewaziya xwepêşandanê tê kirin
    © Foto: Agos
    Li hemberî penaberên Sûriyê li ser medyaya civakî bangewaziya xwepêşandanê tê kirin

     

    Taxa Onderê li kêleka Herêma Pîşesaziya Enqereyê ya li navçeya Altindagê ye û nêzîkî 40 hezar sûrîyeyî, iraqî, afganî û tirk bi hev re dijîn.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê tirk: ‘Penaberên sûrî yên bikêrême bên dê mafên welatîtiyê bistînin'
    Hikûmet ji bo welatîtiya Sûriyeyiyan referandûmê na lê anketan çêdike
    Hûrgiliyên welatîtîya sûriyeyiyan diyar dibe
    Etîketan:
    êrîş, sûriyeyî, penaber, Facebook, Rojnameya Agosê, Recep Tayyip Erdogan, Altindag, Taxa Onderê, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de