19:49 24 Hezîran 2018
Hesen Rûhanî

Rûhanî: "Dewletên rojava ji soza xwe vegerin em ê dîsa dest bi bernameya atomî bikin"

© AP Photo / Ebrahim Noroozi
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Tirkiyeyê Hesen Rûhanî ragihand ku heke peymana atomî ji terefê dewletên rojava ve were îxlalkirin em ê bi awayekî lezgîn vegerin bernameya xwe ya atomî.

Tehran - Li gorî nûçeya ajansa fermî ya İRNAya Îranê, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Tehranê di salvegara peymana îmzekirina nûkleerî de ragihand ku îxlalkirina peymanê xirarê dide herkesi, lewra terefê ku peymanê têk bibe dê li qada navneteweyî were sûcdarkirin.

Ev peyman di berjewendiya herkesi de ye

Hesen Rûhanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev peymana li hev kirinê di qada navneteweyî de aştî, ewlehî û aramî bi xwe re anî. Ev Plana Çalekiya Şirîkatî ya Berfireh di berjewendiya hemû dewletan de ye. Îran berpirsyariya xwe bi cih tîne, heke ev peyman ji terefê dewletên rojava ve were îxlalkirin em ê bi awayekî lezgîn vegerin bernameya xwe ya atomî."

Rûhanî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li gorî vê peymanê qedexeya firotina çekan a ser welatê me hat rakirin û bi saya vê me qapasiteya parastina welatê xwe zêde kir."

Bi heman mijarî:

Rûhanî: "Me giliyê Amerîkaya dizek li ber Dîvana Edaletê ya Navneteweyî kir"
Rûhanî: Ji nivîsa ‘Ji Îsraîlê re Mirin' acize
Rûhanî hate Enqereyê!
Pûtîn ji bo Palmirayê bi Rûhanî re axivî
Rûhanî: ‘Amerîka bêyî Îranê nikare tiştekî bike'
Etîketan:
Peymana lihevkirina atomî ya Îranê, Plana Çalekiya Şirîkatî ya Berfireh, Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî, Tehran, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de