13:41 21 Hezîran 2018
Niğde'de sığınmacıların kaldığı çadırları ziyaret eden CHP Niğde Milletvekili Ömer Fethi Gürer, Suriyelilere vatandaşlık verilmesi çözüme değil, sorunun daha da artmasına vesile olacak dedi.

‘Ger ku Sûriyeyî bibin hemwelatî pirsgirêk wê hîn zêde bibin'

© Sputnik . Yurdagül Şimşek
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Parlamenterê CHPê Omer Fethî Gurer li bajarê Nîgdeyê serdana çadirên penaberên Sûriyeyê kir û got "ger ku mafê hemwelatiyê ji bo Sûriyeyiyan were dayîn, pirsgirêk wê hîn zêde bibe."

Navenda Nûçeyan — Parlamenterê Nîgde yê CHPê Omer Fethî Gurer li navçeya Borê li gundê Kizilca ya Nîgdeyê serdana çadirên penaberên Sûriyeyiyan kir û li wir lêkolîn kirin. Gurer dest nîşan kir ku li Nîgdeyê nêzîkê 3 hezar penaberên Sûriyeyî hene û got "di çadiran de di şertên dijwar de dijîn. Li herêmê di kare erd û zeviyan de dixebitin lê rewşa zarokên wan ne baş e, derfeta wan ya perwerdehiyê tune ye."

Parlamenterê CHPê diyar kir ku divê hewl wer dayîn ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi dawî bibe û got "gel jî naxwaze Sûriyeyî bi awayekî mayînde li herêmê bimîne. Divê şerê navxweyî yê li Sûriyeyê tavilê were bi dawî kirin û penaber vegerin Sûriyeyê."

Herwiha Gurerê CHPyî anî ziman ku polîtîkayeke şaş ya hikumeta AKPê jî ew bû ku peywendiyên bi Sûriyeyê re xera kir û dest avêt karên hundir yê Sûriyeyê. Gurer diyar kir ku ger ji bo 3 milyon penaberên Sûriyeyî mafê hemwelatiyê were dayîn, pirsgirêk wê hîn zêde bibe.

Bi heman mijarî:

AKP, MHP û CHPê belavokeke hevpar weşand
Geverî: ‘CHP piştgiriyê neke jî em ê bi tena serê xwe herin Dadgeha Destûrî'
CHP: Rewşa Sûrê ne diyar e û xelk bitirs e
CHP: ‘Tirkiye, piştgiriya çekan dide grûbên radîkal yên Sûriyeyê'
Etîketan:
pirsgirêk, dayîn, hemwelatî, penaber, CHP, omer Fethî Gurer, Nîgde, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de