01:11 19 Kanûn 2017
Zindî
    Efrîn

    Şaredariyên Rojava û Bakurê Sûriyê yekîtiyek ava kirin

    © Foto: Panoramio
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şaredariyên Rojava û Bakûrê Kurdistanê biryar girtin ku yekîtiyekê ava bikin. Biryara yekîtiyê di Yekemîn Konferansa Şaredariyên Bakurê Sûriyê de hate standin.

    Rimêlan — Di navbera 9 û 10ê tîrmehê de li bajarokê Rimêlan yê bi ser Girkê Legê ve girêdayî, Yekemîn Konferansa Şaredariyên Bakurê Sûriyê hate li dar xistin. Li gorî nûçeya ANHAyê bi giştî 400 delege û mêvan beşdarî konferansê bûne. Piştî ku konferans bidawî bû, encamnameyek hate belavkirin. Li gorî vê encamnameyê navê Desteya Şaredariyan û Ekolojiyê hate guhertin û wê êdî navê Şaredariyên Demokratîk bê bikaranîn. Dîsa Meclîsa Şaredariyê û Meclîse Herêman wê weke yek meclis kar bikin.

    Di heman encamnameyê de hate destînaşkirin ku, ji bo çareseriya pirsgirêka avê wê xebat bên kirin. Herweha ji bo karê plandanînê wê li Rojava komîteyek û koordînasyonek bê avakirin. Ji bo koordînasyonê hilbijartin hate çêkirin 11 kes jî weke endamên koordînasyonê hatin hilbijartin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo cejnê li Rojava tedbîrê ewlekariyê hatin zêdekirin
    Destûra Rojava hat ragihandin: Qamişlo dibe paytext!
    NY: Em li gel kurdên Rojava hevdîtinên nefermî pêk tînin
    Balyozê Misrê û nûnerê Rojava li Parîsê hatin ba hev
    Etîketan:
    Şaredariyên Demokratîk, Konferansa Şaredariyên Bakurê Sûriyê, Bakurê Sûriyê, Rojava, Rimêlan, Girkê Legê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de