19:33 24 Hezîran 2018
Elî El-Neqîb

Fermandarê Hizbullahê Ebu Elî el Neqîb li Helebê hat kuştin

© Foto : K24
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandarê rêxistina Hizbullahê Semîr Ewade ku bi navê Ebû Elî el Neqîb tê naskirin li navçeya Zeviyên El Melaha ya Helebê di pevçûnê de hat kuştin.

Navenda Nûçeyan — Fermandarê rêxistina Hizbullahê Semîr Ewade ku bi navê Ebû Elî el Neqîb hatiye naskirin li navçeya Zeviyên El Melaha Helebê hate kuştin.

Derbarê kuştina wî de medyayên ser bi rêxistina Hizbullaha Libnanê ragihandin ku di şerê li navçeya Zeviyên El-Melah yê bajarê Helebê sSemîr Ewade ku, bi navê Ebu Elî El Neqîb tê naskirin hatiye kuştin.

Ebû Elî El Neqîb ji bajarokê El-Tîbe ye li başûrê Libnanê û demeke dirêj ve beşdarî şerê ligel Hêzên Artêşa Sûriyeyê şer li dijî opozîsyona wî welatî dike.

Wekî tê zanîn artêşa rejîma Sûriyeyê û opozîsyona wê li navçeya zeviyên El-melah şerekî giran dikin, da ku rêya Kastêlo û Helebê kontrol bikin.

Bi heman mijarî:

Hizbullah: ‘Komên tekfîrî' fermandarê me kuştine
Dewletên ereb ên kendavê, Hizbullah wekî rêxistineke terorîst îlan kir
Hizbullah: Îsraîl wê hisabê kuştina fermandarê me bide
Hizbullah: 'Li Rojhilata Navîn, Sûriya hevalbendê yekanê yê Rûsyayê ye'
Çavkaniyên `Hizbullah` redkirin ku rêberê rêxistinê mir be
Etîketan:
Serkirdeyekî Hizbullahê li Sûriyeyê hat kuştin, Fermandarê rêxistina Hizbullahê, Ebû Elî el Neqîb, Sûriye, Heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de