22:29 23 Tebax 2017
Zindî
    Heleb

    Artêşa Sûriyê operasyona rêya Kastilloyê xurtir dike

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 910

    Artêşa Sûriyê ji bo rêya Kastilloyê ji destên cîhadîstan derxe operasyon da destpêkirin ku ev der deriyekî ketina bajarê Helebê ye û roleke wê ya stratejîk heye. Di çarçoveya operasyonê de heke ku ev der bêbidestxistin wê rêya dawî ya cîhadîstan qut bibe.

    Heleb — Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, artêşa Sûriyê ji bo tevahiya bajarê Helebê ji destên rêxistinên cîhadîst ên weke El Nusrayê û Ahrar'uş Şamê derxe operasyon daye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de xebatên bidestxistina rêya Kastilloyê xurtir kirine ku ciyekî stratejîk e û deriyê ketina bajarê Helebê ye.

    Bi hezaran leşker beşdarî operasyonê bûne û Hêzên Piling ên artêşê di pêşî de cî digirin. Herweha balafirên şêr ên rûsî jî ji esman piştgiriyê dide operasyonê.

    Artêşa Sûriyê li ser vê rêyê gelekî bi pêş ketiye û başûrê Cotgeha Mellahê bidest xistine û bi vê gavê re rêya Kastilloyê hate girtin. Şerê di navbera artêşa Sûriyê û cîhadîstan berdewam dike û gelek kes ji rêxistinên cîhadîstan mirin.

    BIDESXTISTINA KASTILLOYÊ CÎHADÎST LI HELEBÊ ASÊ DIMÎNIN

    Heke ku artêşa Sûriyê rêya Kastilloyê bidest bixe wê cîhadîstên li navenda Helebê ne asê bimînin û wê Heleb bê dorpêçkirin.

    Rêxistinên terorîst car caran ji ser vê rêyê diçin êrîşê dibin ser taxa Şêx Meqsûdê û YPG car caran topên hewanê diavêje ser vê rêyê.

    Heleb ji bo bidawîhatina şerê Sûriyê gelekî girîng e. Navenda Helebê di destê artêşê de ye lê taxên kêleka bajêr de rêxistinên cîhadîst hene. Heke ku artêş tevahiya bajêr bidest bixe zêdetirî 1 milyon penaberên sûriyî wê vegerin Helebê.

    Bi heman mijarî:

    Li Helebê şer: 17 mirî û bi dehan birîndar!
    Di şerê Helebê de 16 welatiyên sivîl hatin kuştin!
    Di şerê Helebê de 3 jê zarok 8 kes hatin kuştin
    Li Helebê şer: 14 welatiyên sivîl bûn qurbanî
    Li Helebê dîsa xwîn rijiya: 23 welatiyên sivîl hatin kuştin
    Nesrellah: Biryareke Siûdiyê û Tirkiyeyê heye ku bi hezaran terorîstan bişînin Helebê
    Etîketan:
    şer, rêxistinên cîhadîst, artêşa Sûriyê, Rêya Kastilloyê, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de