22:14 17 Tebax 2017
Zindî
    Salih Muslim

    Muslim: Bêyî kurdan çareseriya siyasî nabe

    © Foto: AA/Emre Ilikan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1620

    Hevserokê PYDê Salih Muslim bertek nîşanî gotinên Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NYyê De Mistura da û got ku, zehmet e ku bêyî kurdan çareseriyek siyasî pêk bê.

    Hevserokê PYD Salih Muslim
    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Navenda Nûçeyan — Hevserokê PYDê Salih Muslim derbarê gotinên Nûnerê Taybet ê yê Sûriyê yê NYyê Staffan De Mistura de ji radyoya Dengê Amerîkayê beşê kurdî re axivî ku Mistura gotibû: "Kurd sedî 5ê Sûriyê ne û federasyon dê tengasiyan çêbike."

    Muslim diyarkir ku De Mistura bi vê daxuyaniya xwe zanebûna xwe ya derbarê rastiya kurdên li Sûriyê derxistiye holê. Muslim wiha axivî: "Tiştêk ku gotiye ne rast e. Nizane ku kurd li Sûriyê ji sedî çend in. Ew kesên ku difikirin wê federasyon ji Sûriyê re pirsgirêkan derxin, heke çareseriyeke wan î din hebe bila derxin holê. Heke ku tê xwestin Sûriye parçe nebe û yek parçe bimîne, ti çareseriyek din ji bilî federasyonê nîne. Zehmet e çareseriyek siyasî çêbibe ku kurd ne di nav de bin. Kesên federasyonê qebûl nakin, ew kesin ku dixwazin Sûriyê di tarîtiyê de bimînin. Li gorî hiqûqa navdewletî çareserî federasyon û sîstemên mîna wê ne. Em li bende kesî nasekinin. Proje û planên me hene. Ji bo ku gelê xwe biparêzin em van lidar dixin."

    Bi heman mijarî:

    Salih Muslim: Efrîn û Kobanî dê bigihên hev
    TEV-DEMê bersiva Staffan De Mistura da
    De Mistura: Hinek asteng li pêşiya beşdarbûna kurdan di gotûbêjên Sûriyeyê de hene.
    De Mistura: Ji bo tûra duyemîn ya Cenevreyê hedef meha tîrmehê ye
    De Mistura:'Hevdîtinên Sûriyeyê hetanî 3 hefteyên din nayên destpêkirin'
    Etîketan:
    federasyon, kurd, çareserî, PYD, Nûnertiya Taybet a Sûriyê ya NYyê, Staffan De Mîstura, Salih muslim, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de