03:38 21 Tebax 2017
Zindî
    Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik

    Cemîl Bayik: Bicihkirina koçberan li bajarên Kurdan nayê qebûlkirin

    © Foto: ANF
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6231

    Hevserokê Konseya Rêveberiya KCKê Cemîl Bayik ragihand ku bicihkirina koçberên Sûriyeyî li bajarên Kurdan nayê qebûl kirin û divê hemû Kurd li hemberî van polîtîkayan derkevin.

    Navenda Nûçeyan — Cemîl Bayik di rojnameya Azadiya Welat û malpera Ozgur Polîtîkayê de nivîsek bi navê ‘Nabe ku koçberan bikin amûrê komkujiyê' weşand û di nivîsê de diyar kir ku bê şik û guman hikumeta AKPê bi niyeta xerab dê koçberên Ereb yên Sûriyeyî li bajarên Kurdan bi cih bike.

    Cemil Bayık
    © AFP 2017/ Bülent Kılıç
    Bayik di nivîsê de dest nîşan kir ku ev polîtîkayên bicihkirina koçberên Sûriyeyî li bajarên Kurdan qet nayê qebûlkirin û got "Tayîp Erdogan niha jî dibêje ku ew dixwaze li bajarên Kurdan ên rûxandin û şewitandin, koçberên Sûriyeyî bi cih bike û bi vê yekê hewl dide rêjeya nifûsa herêmê biguhere. Ji aliyekî bi êrîşan Kurdistanê ji Kurdan xalîkirin; li aliyê din jî bicihkirina koçberên Sûriyeyî ya li Kurdistanê tê wateya komkujiyê."

    Hevserokê KCKê Bayik di nivîsa xwe eşkere kir ku "dewleta Tirk jixwe bi sedan sal in dixwaze li Kurdistanê nifûsa Kurdan kêm bike. Ji ber vê yekê bicihkirina koçberên Sûriyeyî ya li Kurdistanê tê wateya bilindkirina asta vê qirkirinê."

    Herwiha Bayik diyar kir ku eger bicîhkirina koçberên Ereb qebûl bikin, ji bo Kurdan ev yek wê were wateya întîharê û got "divê gelê Kurd ji bo desthilatdariya AKPê bibêje "heger tu dixwazî, koçberan bibe li Derya Reş, Trakya, Ege, Derya Spî û Anatolyaya Navîn bi cih bike."

    Bayik anî ziman ku bi bicihkirina koçberan li bajarên Kurdan tê xwestin ku Kurdîtiyê têk bibin û bang li hemû Kurdan kir û got "nêrîna wan ya siyasî çi dibe bila bibe, divê Kurd hemû li ber rabin. Ne tenê Kurdên li Bakurê Kurdistanê, li Başûr, Rojhilat, Rojava û Kurdên li her derê cîhanê divê li dijî vê polîtîkaya dewleta Tirk derkevin. Hikumeta Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî divê ji niha ve desthilatdariya AKPê hişyar bikin. PDK, YNK, Goran, Yekgirtû Îslamî, Komeley Îslamî û partiyên din divê li dijî bicihkirina li Kurdistanê ya koçberên Ereb yên Sûriyeyî derkevin. Divê nîşan bidin ku hewldana bicihkirinê ya bi vî rengî ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê êrîş e, lê belê tê wateya êrîşê li dijî tevahiya Kurdan."

    Bi heman mijarî:

    Cemil Bayik: Şerê me ne weke yê berê ye
    Cemîl Bayik Erdogan şiband Enwer Paşa
    Cemîl Bayik: ji Rûsyayê çek ji me re nayên
    Cemîl Bayik bangî CHPê kir:'Em bi hev re dawiyê li faşîzma AKPê bînin'
    Etîketan:
    nayê qebûlkirin, bicihkirin, koçber, Rojnameya Azadiya Welat, Koma Civakê Kurdistanê (KCK), Recep Tayîp Erdogan, Cemîl Bayik, Sûriye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de