14:43 23 Tebax 2017
Zindî
    Osman Baydemîr

    Baydemîr : Wê hesabê kuştina Elçî bidin!

    © Foto: AA/ Murat Kaynak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Endam û rêvebirên Baroya Amedê, Tahîr Elçî li ser mezelê wî bibîr anîn. Di dema bîranînê Parlementerê Rihayê yê HDPê Osman Baydemîr ragihand ku kesên ku vê qetlîamê kirin wê hesabê vê yekê bidin.

    Tahir Elçi
    © AFP 2017/ ILYAS AKENGIN
    Amed — Endam û rêvebirên Baroya Amedê, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku 28ê Mijdara sala 2015an de hate qetilkirin li ser gora wî ya Gorsitana Yenîkoyê bibîr anîn. Di merasîma ku Parlementerê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Osman Baydemîr jî hebû, dua hatin xwendin.
    Baydemîr da zanîn ku Elçî mirovekî demokrat û aştîxwaz bû û ew piştî hin daxuyaniyên xwe hate qetilkirin.

    BAYDEMÎR: WÊ EV YEK LI CEM WAN NEMÎNE!

    Baydemîr diyar kir ku wê hemû dîktator hebasê kiryarên xwe bidin û kesên ku vê qetlîamê kirin wê hesabê vê yekê bidin. Dê ev yek li cem wan nemîne. Wê hesabê vê yekê hem li dadgehên vê dinyê û hem jî li Mahkem-î Kubrayê bidin.  

    OZMEN: EM Ê JÎ LI SER RÊYA ELÇÎ BIMEŞIN

    Nûnerê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen daxuyand ku cînayeta Elçî ne kiryar nediyar e û emê kiryarê vê bûyerê bibînin. Çalakiya xwe ya ku em her hefte li ber Dadgeha Amedê li dar dixînin jî berdewam bikin.
    Ozmen da zanîn rêya Elçî parastvanê cîhaneke bi edalet bû û em ê jî li ser rêya Elçî bimeşin.

    Bi heman mijarî:

    Baroya Amedê: Derbarê bûyera kuştina Tahir Elçî de hin dîmenên nû hatine bidestxistin
    Turkan Elçî: Ez hemû kesên ku keda wan di vê cinayetê de heye silav dikim!
    Doza ‘'propagandaya rêxistina terorîst'' ya li ser Tahîr Elçî rabû
    Hevjîna Tahir Elçî cara pêşî li cihê bûyerê bû!
    Baroya Amedê: ‘Êdî kujerên Elçî bibînin'
    Etîketan:
    mahkeme-i kubra, hesab, baroya amedê, kuştin, şer, kiryar nediyar, hdp, tahîr elçî, ahmet ozmen, osman baydemîr, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de