07:26 21 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    Dozgerî: Navenda DAIŞê ya li Tirkiyeyê Dîlok e

    © AFP 2017/ Tauseef MUSTAFA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2801

    Dozgeriya Komarê ji bo lêpirsîna DAIŞê ya ku di sala 2015an de da destpêkirin bi dosyeya êrîşa mitînga HDPê ya li Amedê re bike yek, biryara bêrayetiyê da û diyar kir ku qada faaliyetên rêxistinê yên herî zêde û cihê xwe bi rêxistinkirinê Dîlok e.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku lêpirsîna li hemberî rêxistina DAIŞê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve hat destpêkirin, piştî êrîşa li hemberî mitînga HDPê ya 5ê Hezîranê bi biryara bêrayetiyê ji bo Amedê hat şandin.

    Tê gotin ku dosyeya di derbarê gumanbarên bi navê Mûstafa Demîr, Îlhamî Bali, Îsmaîl Korkmaz, Selçûk Bûdak, Samî Çakir û Okkeş Karabeylî de hat amadekirin, bi lêpirsîna di derbarê êrîşa mitînga HDPê de kirin yek û di biryara bêrayetiyê de di derbarê DAIŞê agahiyên balkêş cih girt.

    ENDAMÊN DAIŞÊ Lİ NEXWEŞXANEYÊN TIRKIYEYÊ TEDAWÎ DIKIRIN

    Dozgeriyê di biryarê de dest nîşan kir ku gumanbaran bi riya înternetê endam kom dikirin û bi awayekî îlegal ji sînorê Sûriyeyê derbas dikirin û dişandin baregehên DAIŞê. Bi heman awayî endamên li Sûriyeyê li baregehên DAIŞê jî derbasî Tirkiyeyê dikirin.

    Herwiha di biryarê de hat gotin ku gumanbaran ji bo piştgiriya lojîstîk bide DAIŞê wesayitên plaqeyên wan yên Tirkiyeyê û biyanî ne, derbasî Sûriyeyê dikirin, li ser navê DAIŞê transfera pereyan û endamên DAIŞê yên ku birîndar dibûn, ji sînor derbas dikirin û danîn li nexweşxaneyan tedawî dikirin. Hat eşkere kirin gumanbaran ji bo mayînê cih ji endamên rêxistinê re temî dikirin, mesref û pêdiviyên wan ên rojane temî dikirin û li gel vê yekê ji bo çalakiyên terorî cih kişf dikirin.

    PLANSAZIYA ÇALAKIYAN BI PIRANÎ Jİ NAVENDEKÊ TÊ AMADE KIRIN

    Dozgeriyê di biryarê de ragihand ku DAIŞ herî zêde li Dîlokê faaliyetên xwe dimeşînin û gumanbar jî bi awayekî hiyerarşîk li vî bajarî xwe amadeyê çalakiyan dikin. Di biryarê de hat gotin ku ji xeynî Dilokê li gelek cih û bajarên din jî faaliyetên xwe organîze dikin û dimeşînin.

    Dîsa di biryarê hat diyar kirin ku faaliyetên wan tenê li cihekî û bi şiklekî nayê meşandin û rêxistin xwediyê disîplîn e, îrtîbata nav endamên wê xurt e û pergala wan pergaleke hiyerarşîk e.

    Dozgeriyê balkişand ser êrîşa bombeyî ya li hemberî mitînga HDPê ya li Amedê û dest nîşan kir ku biryar hatiye dayîn, da ku dosyeyê ji dozgeriya Amedê re bişîne.

    Bi heman mijarî:

    'DAIŞ xwe amade dike ku êrîşê Îspanyayê bike'
    DYA: Dibe ku DAIŞ li Tirkiyê êrîşeke mezintir li dar bixe
    DAIŞ li Minbicê sivîlan ji xwe re dike mertal
    DAIŞ bi dehan ciwanên kurd revand!
    Etîketan:
    biryar, gumanbar, endam, dozgeriya komarê ya enqereyê, DAIŞ, îsmaîl Korkmaz, Mûstafa Demîr, Îlhamî Bali, Dîlok, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de