22:15 17 Tebax 2017
Zindî
    Sûr

    Li Sûrê 3 cenaze hatin dîtin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3210

    Li navçeya Sûr a Amedê welatiyekî bi navê Hasan Arîç yê ku xwest ku hin kelûpelên xwe ji malê bigre, li nava malê 2 cenaze dît.

    Amed — Li navçeya Sûr a Amedê ji 2ê Berfanbara sala 2015an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Di encamê de kûç li ser kûçî nema û bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya ku biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn, gel bi destûra Midûriyeta Ewlehiya Amedê û di bin kontrola polêsan de  ji malên xwe kelûpelên xwe digrin. Li gorî agahiyên DIHAyê di 28ê Hezîranê de li taxa Hasirli ya Sûrê, welatiyê bi navê Hasan Arîç, yê ku bo kelûpelên xwe berhev bike çû mala xwe, li nava malê 2 cenaze dît.
    Hate ragihandin ku polêsan her du 2 cenazeyên yek jê jin birin cihekî nediyar. Polêsan sedem dîtina cenazeyan destûrê neda ku Arîç têkeve mala xwe û kelûpelên xwe berhev bike.
    Arîç da zanîn ku meriveke wî jî di nava xopanê de cenazeyek dîtiye. Li ser van daxuyaniyên Ariç, MEYA-DERê re  serî li Midûriyeta Ewlehiya Amedê da û xwest ku derbarê vê yekê hin agahiyan bi dest bixin. Lê midûriyetê daxuyand ku wan li Sûrê ti cenaze netîtine.

    Bi heman mijarî:

    SÛR - Li navçeyê li 6 kuçeyan qedexe hat rakirin!
    Sûr bi awayekî dijminî tê bombebarankirin!
    SÛR - 91 roj in nikarin ji malên xwe derkevin!
    SÛR / NİSEBÎN - 2 hêzên tirk hatin kuştin 2 birîndar!
    SÛR - Şer û pevçûnên dijwar dest pê kirin
    Etîketan:
    meya der, sûr, amed, kuştî, hêzên tirk, cenaze, hasan ariç, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de