05:18 20 Tebax 2017
Zindî
    brîndar-rojava-

    Li Minbicê bi dehan birîndar hatin dermankirin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Hevya Sor a Kurd ragihand ku wan li Minbicê heta niha ji 150an zêdetir sivîlên ku ji ber êrişên terorîstên DAIŞê birîndar bûne derman kirine.

    Minbic — Heyva Sor a Kurd bo da zanîn ku wan dest bi xebatên dermankirina sivîlên Minbicê yên ku ji ber êrişên terorîstên DAIŞê birîndar bûne kirine.
    Endamê Heyva Sor a Kurd Fuat Murad di daxuyaniya xwe ya ANHAyê de eşkere kir ku şervanên di şer de birîndar dibin li gorî derfetên xwe derman dikin, yên ku rewşa wan giran e jî dibin navendên xwe yên li Sirîn, Ebû Qelqel û Kobanê.
    Fuad Murad da zanîn ku şervan, sivîlên ku ji aliyê DAIŞê ve têne birîndar kirin tînin navenda wan û ew jî wan derman dikin. Heta niha bi qasî 150 sivîl ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hatine dermankirin û yên rewşa wan giran jî yekser şandine Kobanê.

    Bi heman mijarî:

    Heyva sor alîkariya kurdên Tirkiyeyê kir
    Heyva Sor a Kurd:'Heta niha 111 kes li Şexmeqsûdê jiyana xwe ji dest dane'
    Heyva Sor a Kurd li Kobanê zedetirîn 9 hezar zarok derzî kir
    Heyva Sor dê 16 hezar zarok li dij felcê derzî bike
    Heyva Sor a Kurdistanê alîkariya xwarinê gihand Japonyayê
    Etîketan:
    alîkarî, şervanên kurd, minbic, birîndar, şer, heyva sor a kurd, fuad murad, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de