18:55 22 Çile 2018
Zindî
    Fêkî

    Kelecana normalîzebûna Rûsya girte ser berhemdêrên tirk

    © Flickr/ Bart Koop-Henzen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Giştî yê Federasyona Halên Tirkiyeyê Faruk Akbaş ragihand ku başbûn û pêşveçûna têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê dê bandoreke erênî li ser ekonomiya Tirkiyeyê bike.

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê Serokê Giştî yê Federasyona Halên Tirkiyeyê Faruk Akbaş ragihand ku başbûn û pêşveçûna têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê piştî krîzê dê bandoreke erênî li esnaf, cotkar û ekonomiya welatê me bike. Di vê krîzê de berhemdêrên sewze û fêkiyan zirareke mezin kirin, lewma berjewendiya welat kete pêşiya bazirganiyê.

    Faruk Akbaş di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rûsya ji bo Tirkiyeyê bazareke gelekî girîng e, piraniya firingiyê ku di serayên herêma Antalyayê de têne çandin îxracî Rûsyayê dibin. Esnafan sala borî zirareke mezin kirin, lê îsal dê vê zirarê telafi bikin."

    Akbaş di dawiya axaftina xwe de got: "Ji ber nebûna bazara Rûsyayê me gelek berhêmên çandînî xiste bazara navxweyî û ev jî bû sedem ku buhayê wan dakeve. Ji bo ku berhemdêrên me nikarîbûn fêkî û sewzeyên xwe bifroşin hemû dane febriqeyan. Em hevî dikin ku pirsgirêk werin çareserkirin û zirara sala borî neye dubarekirin. Em wekî esnafan tim dixwazin têkiliyên me bi cînaran re baş bin û em ji pêşveçûnên dawî kêfxweş in.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê rûsî: "Divê Rûsya û Tirkiye li herêmê bi kordîne bixebitin"
    Dibe Rûsya û Tirkiye di tekoşîna pençeşêrê de hevkariyê bikin
    Kurtulmuş:'Tirkiye û Rûsya nikarin dev ji hev berdin'
    Rûsya:Di civînê de em ê daxwaza girtina sînorê Tirkiye û Sûriyeyê bikin'
    Rûsya:'Tirkiye li Qerebaxê dixwaze şer derxîne'
    Etîketan:
    Têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Cîgirê Serokê Giştî yê Federasyona Halên Tirkiyeyê, Faruk Akbaş, Antalya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de