05:47 20 Çile 2018
Zindî
    Teqîna Ataturkê

    Amerîka: "DAIŞê 35 milîtanên xwe bi 5 grûban şandin"

    © AFP 2018/ İHLAS HABER AJANSI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê İlhan Tanir ku dispêrê çavkaniyên îstîxbaratî yên Amerîkayê ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê 35 milîtanên bi awayê 5 grûban derbasî Tirkiyeyê kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê İlhan Tanir ku dispêrê çavkaniyên îstîxbaratî yên Amerîkayê ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê 35 milîtanên bi awayê 5 grûban derbasî Tirkiyeyê kirin, ji wan 35 milîtanan hê 32 heb nehatine girtin û hê jî metirsiya êrişên mezin ên terorî heye.

    Dibe li herêmên başûr û rojava êrişên xwekujî pêk werin

    İlhan Tanir di berdewamiya nûçeya xwe de got: "Îstîxbarata Amerîkayê ev agahî ji îstîxbarata Tirkiyeyê re şandin, lê Enqere ferqa vê tehdîda mezin nekir tê axaftin. Metirsiya saziyen amerîkî ev e ku rêxistina terorîst a DAIŞê bi çalekiyên terorî yên mezin li başûr û rojavayê herêmên Tirkiyeyê li cihên herî zede qelebalix êrişên xwekujî pêk bîne."

    4 endamên êrişkarên gruba balafirxaneyê hê jî li derve ne

    Ji aliye din ve li gorî nûçeyê, îstîxbarata Amerîkayê ji ya Tirkiyeyê re ragihand ku êrişa Balafirxaneya Ataturkê ne kar û bi biryara hicreyeke Tirkiyeyê ye. Ji navendê yanî ji Reqqayê ferman hat dayîn. DAIŞê 35 kes bi 5 grûbên ku her yek ji 7 kesan pêk dihat şandin Tirkiyeyê, ji gruba êrişkarê balafirxaneyê 3 kes hatin kuştin, lê ji wê grûbê hê jî 4 kes li derve ne.

    Bi heman mijarî:

    Bi teqîna balafirxaneyê ve eleqedar 11 kesên din hatin binçavkirin
    Bi teqîna Stenbolê ve eleqedar 3 jê biyanî 13 kes hatin binçavkirin
    Waliyê Stenbolê: "Di teqîna terorî de 41 kes hatin kuştin û 239 kes jî birîndar bûn"
    Ji Rûsyayê bo teqîna Stenbolê peyama sersaxiyê
    HPGê berpirsiyariya teqîna Mahsertê girt serxwe
    Etîketan:
    teqîna Balalfirxaneya Ataturkê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, İlhan Tanir, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de