05:55 20 Çile 2018
Zindî
    Operasyona Leşkerî ya Minbicê

    DAIŞ li Minbicê sivîlan ji xwe re dike mertal

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Operasyona 'Fermandar Feysel Ebû Leyla' ya rizgarkirina Minbicê berdewam dike.Terorîstên ku li nava Minbicê asê man, sivîlên Minbicê ji xwe re dikin mertal.

    Heleb —  Hate ragihandin ku terorîstên DAIŞê bi qasî 500 metreyan dûrî bazara El Muxetayê ji xwe re bendeke parastinê ava dike û bi qasî 15 hezar sivîlî ji xwe re dike mertal.
    Benda parastinê ya DAIŞê ji ji taxa Rêya Cizîrê dest pê dike û ji rojhilatê bakurê bajêr li herêmên Bustan El-Yastî, Til El-Yastî ve El-Hewatmê û li bakurê bajêr  jî heta herêma Ceylawiyê berdewam dike.
    Ji aliyê din terorîstan sivîlên herêmên  Bustan El-Hedad'a, Mehkûşê û heta taxa Hezawnê bi hezaran gelê sivîl dorpêçkirine.
    Hate ragihandin ku sivîlên li xaçereya herêmên Resîm El-Exder û El-Şerîhayê xwe gihandin cem şervanên Minbicê. Tê gotin ku terorîstên DAIŞê gel bi zorê ji malên wan derdixînin û mayîna li malan radixin.

    Bi heman mijarî:

    Li Minbicê şer: 7 terorîst hatin kuştin
    Teroristên DAIŞê ji aliyê Cerablûsê êrîş birin ser Minbicê
    Li Minbicê bi sedan mayîn hatin pûçkirin
    Li bajarê Minbicê pevçûnên dijwar: 16 kuştî
    Şerê li Minbicê didome: 26 terorîst hatin kuştin
    Etîketan:
    mayîn, mertal, sivîl, herêm, minbic, dorpêç, daiş, sûriye, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de